Bangawazî ji jinên cîhanê re: Jin, Rabin Ser Piyan ji bo Efrînê!

Jin, Rabin Ser Piyan ji bo Efrînê!

Ji 20ê Çileyê 2018’an ve artêşa Tirk û komên çeteyên vegirêdayî dewleta Tirk bi dijwarî êrîşa Kantona Efrînê dikin. Bajar, gund, niştecih û wargehên penaberan bi armanca penaberkirina nişteciyên Efrînê û dagirkirina herêmê şev û roj bi belafir û topên arteşa Tirk tên bombebaran kirin. Her wiha arteşa Tirk cihên pîroz yên ibadetê û dîrokî jî dixe armanca êrîşên xwe. Li hemberî binpêkirina mafên navnetewî, komkujiyan û sûçên şer yên dewleta saziyên navnetewî heta niha bêdeng dimînin. Di heman demê de arteşa Tirk û komên çeteyan bi taybet dixwazin qirkirinekê hovanê li ser jinan dimeşînin.

Erdogan armancên êrîşa xwe ya li dijî Efrînê weke pêngava dagirkirinê axa Bakûrê Suriyê û tunekirina pergala Xweseriya Demokratîk eşkere daxuyar kirin. Dewleta tirk li kêleka êrîşên xwe yên nijadperest, olperest û zayendperest hewil dide ku şopên dîroka jinê û çanda xwedevendan li herêma me ya heyî tune bikê. Efrîn yek ji şûnwarên herî kevinar yên xwecihbûnê û şoreşa çandiniyê yên li Kevana Zêrîn ye. Jin roleke pêşeng di vê pêvajoya dîrokî de leystine û jiyanek li ser bingeha wekheviyê avakirine. Loma vî serdemê wek şoreşa yekemîn ya jinê tê binavkirin. Di mîrateya gelên herêmê de Xwedavenda Îştar wek sembola çanda hevbeş hatiye dîtin. Wek li Parastgeha Ain Dara ku divegerin 3000 sal B.Z. li gelek cihên Efrînê şopên çanda kevinar a Îştarê hatine parastin. Li ser kevirên perestgehê şûna lingên mezin xuyarbûn ku weke nîşana hebûn û rihê Xwedevenda Îştarê hatine şopandin. Bi riya bombebaran kirin û rûxandina Parastgeha Îştarê ve dewleta tirk hewil dide serdestiya xwe ya faşîst û zayendperest li ser jin û gelan ferz bike.

Lê li pişt her girek û dareke zeytûna bi dehan destanên qehremaniyê hene ku jinê bi tekoşîna xwe nivîsandiye. Em wek jinên Efrînê ji bo parastina mîrateyê xwe ya şoreşa jinê ya yekemîn bi birîyar in. Bi vîn û israr em e tekoşîn û berxwedaniya xwe li hemberî tevahî cureyên zilim, koletî û dagirkeriyê bilind bikin û şoreşa jinê ya didoyemîn li ser axa xwe serbixin. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve jin rolek pêşeng di binxistina terora DAÎŞê û êrişên dagirkeran leystine. Lenhengên jin wek Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê ji tevahî jinê cîhanê re bûn mînakên kesayeta jina azad. Herwiha jin di avakirina pergala Xweseriya Demokratîk de xwedî keda mezin bûn. Dîsa me saziyên xwe yên xweser weke komîn, encûmen, akademi û kooperatîfên jinê di qada civakî de avakirine û hêzên parastina jinê bi rexistin kirine. Me dît ku çeka me ya herî xurt hevgirtina jinan e. Li ser vî bingehê me hêz, yekitî û vîna xwe pêşxistin. Em îro dibînin ku bi deh hezaran jin ji bo parastina ax, jiyan û pêşeroja xwe a li Efrînê çek rakirine. Berxwedan û têkoşina jinên YPJê, Asayişa Jin û Parastina Jinê beşek ji berxwedana jinên cîhanê li hemberî hemû rengên hovîtî, dagirkeriyê, kuştina jinan û faşîzmê ne.

Li hemberî binpêkirinên zagonên navnetewî û mafên mirovan ku li pêşiya çavên tevahî cîhanê li Efrînê diqewimînin, peşxistina hevgirtin û têkoşîna hevbeş a jinên cîhanê wê bibe çeka me ya herî xurt. Bi rabûna jinan li ser şopên Xwedevenda Îştarê em e pergala şer û desthilatdariya zilam ji holê rabikin. Em banga tevahî jinên azadixwaz yên cîhanê dikin: Ji bo parastina nirxên mirovahiyê, Rabin Ser Piyan ji bo Efrînê! Werin, em e hevkarî û çalakiyên xwe xurt bikin ta ku em şoreşa jinê li tevahî cîhanê belav bikin!

Em xwişkên xwe li cîhanê bang dikin ta ku bi lez bikevin tevgerê. Li herder jin dikarin beşdarî kampaniyayê haştaxê #WomenRiseUpForAfrin bibin. Bi şewazên dewlemend yên çalekiyan em dengê jinan ji bo aşitî û azadiyê bilind bikin. Heta me şerê dewleta Tirk da sekinandin em e vî kampaniya bidomînin û em dibêjin:

  • Li hemberî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk yên ser Efrînê em berxwedana xwe bilind bikin! Ji komkujî û qirkirina jinê re NA!
  • Ji bo parastina gel, ax, çand û mîrata dîrokî ya Efrînê rabin ser piyan !
  • Ji bo ji bo parastina rêvebiriyên demoqratîk û xweser a li Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûrî rabin ser piyan!
  • Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye!

 

Kongreya Star a li Efrînê
8ê Sibatê 2018

Pêwendî: E-Mail: [email protected] – Tel/Whatsapp: 00963998411674

Scroll to Top