Enternasyonalîzm û rastiya Rêbertî – Beşa I

480 0

Li xwediya mîraseya mirovahiyê derkevin

Bager Rosa

Beşa I : Tecrûbe û kêmasiyên rêxistinên din yên cîhanê

Yekparebûna hemû têkoşîn û lêgerînên azadiyê rastiyek e ku tu pergala desthilatdar nikare tarî bike. Pergala modernîteya kapîtalîst hemberê rihê wekhevî û azadîxwazî neçar bûye. Lewma pergal bi zorê xwe dide rûnistandin; berî ku civak xwe bikarîbe bigihîne hêz û hîşmendiyekê ku qutbûna xwe ji pergalê bi dest bixista. Ji sedsala 19’an ve bi pêşxistina endustriyalîzm û mêtingeriyê re, pergala modernîteya kapîtalîst gihîştiye lûtkeyekê ku li ser civakan rejîmeke qirkirin, kolekirin û asîmîlasyonê ferz bike. Bi afirandina netew-dewletan û zîhniyeta netewperestiyê dixwestin hişmendiya bi reqabet, şer û dijminatiya di nav gelan de avabikin, bîrdoziya xwe li ser civakê ferz bikin û bi vî awayî pêşiya serwextbûn, birêxistinbûn û xweparastina civakê a li dijî xerîbketina ji cewherê xwe ya exlaqî û polîtîk bigrin.

Li dijî vê projeyê her tim berxwedan û têkoşîn dihatin meşandin. Bi derketina tevgerên sosyalîst re, enternasyonalîzm bûye xeteke bingehîn a felsefe û stratejiya têkoşîna rizgariyê. Rihê enternasyonalîst li dijî zîhniyeta şoven a netewperest û mentiqê sermayeya global ji bo hemû bindestan bûye kaniya hêvî û xeyalan. Bi bangawaziya, “Hemû proleterên cîhanê bibin yek!” têkoşîn 150 sal berdewam kir.

Dema me destpêkir, me tenê dizanî ku em ê serbikevin. Weke din hêzên pêşverû, azadîxwaz û sosyalîst ên Ewrûpî, ji salên 90’î ve krîzeke kûr jiyan dikin. Piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî pergala modernîteya kapîtalîst, di serî de dewleta Elman a ku yekîtiya xwe nû bi dest xistîbû, serkeftina xwe û dawiya dîrokê îlan kirîbû. Li ser civaka Elman hemleyek berfireh a avakirin û kûrkirina rejîma karê herî zedê, bûrokrasî û polîswarî dimeşiya; dewlet xwe dispart riheke geşkirî ya netewperestiya Elman. Çeteyên faşîst li her derê derdiketin holê. Fikir û hêviyên xwe dispartin hemleyên propagandayê yên reş kirina şoreş û sosyalîzm ê. Tevgerên ji kevneşopiya rizgariya netewî ên Ewrûpî yên wek li Îrlanda IRA (Arteşa Komarî ya Îrlandî) û welatê Bask ETA (Bask û Azadî) nikarîbûn lawaztiya xwe ya bîrdozî çareser bikin û ketîbûn nav tecrîd ê. Gerîlayên bajarî hatibûn tasfiye kirin, an jî bi xwe belavbûna xwe îlan kiribûn. Mîrateya serhildana 68’an ji aliyê pergalê ve hatîbû bişavtin, an jî hebûna xwe di asteke marjînal -wek komên anarşîst û komunîstên sekter- de berdewam dikirin.

Tecrûbeya dîrokî

Bê xeyalên mezin berxwedana têkoşîneke demdirêj ne gengaz e. Em di vê dorhêla civakî ya qirkirina arîşen (manevî) de mezin bibûn. Tevlîbûna çepgiran a di vê demê de gelek caran dihat wateya bergeheke hestiyar a ku li hember serma û bê wijdaniya pergalê pertek raber dikir. Di nav tevgera antîfaşîst de bi awayekî xwezayî helwestek exlaqî dida avakirin û şovenîzma netewgeran red dikir. Ji xwe birêxistin kirina xweparastina li dijî çeteyên faşîst erkeke demê bû. Li hemberî rewşa heyî, mîrateya Enternasyonalîzma Şoreşgerî ji me re bûye kaniya hêvî û baweriya serkeftinê. Li dijî pergala lîberal a ku rejîmek îdarî ya herî razber û xerîbketî ferz dikir, me xwe bi vî awayî bi xeta têkoşîn û nirxên sosyalîst ên gerdûnî girêda.

Kevneşopiya enternasyonalîzmê di dîrokê de gelek tecrûbe derxistin holê ku ji bo roja me ya îro û şoreşa me jî gelekî hînker in. Ji ber ku xeteke gerdûnî û lêgerîneke azadiyê temsîl dike, ya ku sînoran nas nake û herî zedê nirxên exlaqî û wijdanî dide pêş, xwedî hêzeke kûr a manedayînê ye. Em van nirxan di dîrokê de bi çend mînakan dikarin bigrin dest:

a) Çêbûna Enternasyonal:

Di sedsala 19’an de, di hemû welatên Ewrûpayê de tevgerên mezin ên karkeran pêşketibûn. Di despêka sedsala 20’an de nakokiyên di nav hêzên emperyal de veguheriya şerê cîhanê yê yekemîn, ev yek jî bû sedem ku bi mîlyonan karker di qada şer de bên qetil kirin û bi vî rengî pêşî li şoreşa sosyalîst û dij-emperyalîst girtin. Hêzên reformîst ên sosyal demokrat jî xwe bi xeta şoven a netewperest û hêzên emperyal dan girêdan. Li dijî siyaseta şer, hevkarên sosyalîstên Elman Karl Liebknecht û Rosa Luxemburg helwesteke radîkal raber kirin. Her du di mijara piştgiriya navnetewî û hevgirtina enternasyonalîst a hemû karker û bindestan ya li dijî pergala kapîtalîst bi israr bûn. Bi serkeftina şoreşa Rûsya û avakirina rêxistina sîwan a Enternasyonlala Komunîst (KomIntern) pêşengtiyeke enternasyonalîst hat çêkirin ku bi erka pêşxistina şoreşên li welatên din hîn berfirehtir bû. Ji ber ku nekarîn felsefeya Hegel a dewletparêz di Marksîzmê de derbas bikin, dîsan rêgezên Stalîn yên wek “Avakirina sosyalîzmê tenê di welatekê de” bû sedem ku KomIntern zû veguhere amûreke dewletê ku berjewendiyên xwe diparast. Gelek caran kesayetên mîlîtan û pêşengên şoreşê qurbanê vê siyaseta desthilatdar ya Stalîn bûn. Heta di encama awayê rêveberiya sextekar û îxanetkar de, bi hezaran komûnîst teslîma Hîtler hatin kirin.

b) Tecrûbeya şerê navxweyî yê Îspanyayê û Alayên Enternasyonal:

Di sala 1936’an de li dijî darbeya leşkerî ya faşîst civakên Îspanyayê berxwedanekê tund raber kirin. Li ser esasê mîrateya kûr a anarşîst, cotkar, karker û jinan hewldana faşîstan bi pêşxistina şoreşa civakî bersîvand. Pergala xwe birêvebirinê ya meclîs û mîlîsan hatin avakirin. Bi bangawaziya hikûmeta antîfaşîst a partiya sosyalîst û KomIntern bi hezaran komunîst, sosyalîst û anarşîst ji welatên cihê ên Ewrûpa û Emerîqayê herikîn Îspanyayê û tevlî refên Alayên Enternasyonal bûn. Binkeftina hêzên antîfaşîst ji ber du sedeman rû da: Yek, li şona pêşxistina şoreş û şerê antîfaşîst yê li ser bingehê kar û xebatê mîlîs û seferberiya civakî, bi diruşma “despêkê binxistina faşîstan, dovre şoreşa civakî” hikûmeta sosyalîst helwesteke navendperest û kevneperest raber kir û destkeftiyên şoreşê tasfiye kirin. Ya duyemîn, pratîka KomIntern ku Alayên Enternasyonal girêdayî hikûmeta sosyalîst bû û bandora siyaseta Stalîn a menfaetperest ya li ser alayan, bikaranîna wan a wek çekek dîplomatîk giranî da siyaseta dewletperest û vê yekê jî bi awayek objektîf şoreş û hêza civakî lewaz kir. Ji ber rola dualî ya Alayên Enternasyonal û nakokiyên di nav eniya antîfaşîst de, Îspanya bûye mînak û tecrûbeyeke giranbûha û bi êş.

c) Rizgariya Netewî û Serhildana 68’an:

Piştî şerê cîhanê yê duyemîn li Emerîqaya Latîn, Efrîqa û Asyayê tevgerên rizgariya netewî pêşketin. Di vê serdemê de gelek tecrûbeyên girîng ên teorîk û pratîkî tên bidestxistin; bi paşxistina hegemonyaya emperyalîst û serkeftinên girîng yên li hemberî arteşên dewletên dagirker, bi giranî di salên 60 û 70’an de, di gelên bindest de hêviyên azadî, rihê yekîtî û piştgiriya navnetewî ya di nav tevgerên welatên metrepol û têkoşînên dij-mêtîngeriyê de bi hêz dibin. Di şoreşa Çînê de, Mao stratejiya şerê gerîla pêşdixîne. Ev şêweyê rêxistinbûn û têkoşînê pirr zû wek paradîgmaya rizgariya civakî ya riya şerê çekdarî a demdirêj ya ku xwe dispêre hêza komînal û civaka gund, tê qebûlkirin. Fidel û Raûl Castro û Che Guevara di şoreşa Kûba de dan diyar kirin ku stratejiya gerîla derbas dibe û ev yek di pratîkê de jî îspat kirin. Di dema şerê serxwebûna Cezaîr de, li Fransayê cara yekemîn torên piştgiriyê yên berfireh ên ji bo alîkariya Eniya Rizgariya Netewî (FLN) çêdibin. Bi tecrûbeya ku ji vî şerî hatiye girtin re xebatên psîkolog Frantz Fanon girîng in. Pirtûka wî a bi navê “Lanetkiriyên vê cîhanê” manîfestoya dij-mêtîngeriyê temsîl dike. Bi taybetî li ser wêraniya di derûniya bindestan de hatiye çêkirin û mijarên stratejîk yên rizgariya netewî disekine. Bê xwebûn û bê avakirina hişmendiya netewî û insanî ya ku derûniya koletiyê bişkêne, rizgarî ne gengaz e. Bi tecrûbeya tevgerên civakî yên Brezîlya, Paolo Freîre bi taybetî girîngî bi perwerde dide û vê wek pratîka azadiyê derdixe pêş. Girînge ku mirov bibîne ka tevger û kêkoşînên di wê demê de çawa li gelek welatan ji hev û du re dibin bersiv û hişmendiya yekbûna hemû têkoşînên azadiyê di asta gerdûnî de avadikin. Ev têkoşîn bi şerê Vîetnam û serhildana ciwanan a 68’an digihije lûtkeyê. Yekparebûna serhildanan a di nav metropolan (netewên endrustrî yên Ewrûpayê û Emerîqaya Bakur) û têkoşîna netewên di bin dagirkeriyê de bi xwe re têgihiştin û serwextbûn daye çêkirin. Gerîlatiya bajêr û artêşbûna gelê Vîetnamê ezmûnên girîng yên pêşxistina stratejiya şer bûn. Ev têkoşîn ne tenê li pey alternatîfek dij pergala kapîtalîst bû, lêbelê di 68´an de, ji bo lêgerîna alternatîf a ku kêmasiyên sosyalîzma pêkhatî ya Yekîtiya Sovyetê derbas bike, dikeve rojev ê. Bi tenê PKK´ê ji hewldanên di wê demê de karibû hêzeke kûr û Rêbertiyeke rast avabike. Têkoşînên serkeftî yên rizgariya netewî ên ku nekarîn bibin hêza alternatîf a li hemberî modernîteyê ji xwe ji aliyê pergalê ve hatin daqurtandin. Tevgerên metropolan ji qadên rizgarkirî yên paşvekişandinê ên wekî Partiya Pilîngên Reş (Black Panther Party) mehrûm bûn. Rêxistinên wek Fraksyona Artêşa Sor (gerîlayên bajarî yên Elman, RAF) hatin tecrît kirin û di bin êrîşên programên dij-serhildêr yên îstixbaratan de ji holê hatin rakirin.

d) Hemleya neolîberal a pergalê û tevgera antî global: Di salên 80’î de dewletên rêveber ên moderniteya kapîtalîst bi armanca dayîna rûnistandina pergala neolîberal -lîberalizma kûr a nû ku armanc dikir jiyana civakî bi giştî teslîm bigre- rabûn. Li hemberî Yekîtiya Sovyetê ku di bîrokratîzm û kevneperestiyê de xitimî bû û piştî hilweşandina wê ji bo ji nû ve dizayînkirina pergala cîhanî siyaseta kembera kesk ket dewrê. Gloadîo hêza dij-serhildêr ku wek baska NATO tê zanîn, di serî de li Elmanyayê, Îtalya û Tirkiyê hat avakirin. Li Emerîqaya Latîn bi hêzên kontra, artêş û hevkarên xwe re li dijî şoreşê ketin tevgerê. Ji bilî PKK´ê hêzên azadîxwaz li gelek welatan ketin pêxirtengiyê. Hêzên çepgêr yên li metropolan bi lêkolîn û dahûrandinan hewldan di warê teorî de alternatîfan bifikirin û kêmasiyên berî rast tespît bikin. Dewletên rêveber ên forma G8 di civînan de siyaseta xwe ya avakirina serweriyê pêşdixînin, li hemberî vê jî tevgera antî global (li dijî gerdûnîbûna pergalê) xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî wan (mînak komcivîna civakî ya cîhanê a li Porto Allegre, Brazîlyayê) wek kombûna civakên sivîl û hêzên demokrasîxwaz lidarxistin. Lêbelê helwesta xwe ya şermezar kirin a bê alternatîfên şênber û parastinê nekarîn derbas bikin. Tecrûbeyeke girîng a tora Xebata Cîhanî ya Gelan (Peoples’ Global Action) û modela wan a rêxistinê ye. Ji bo kordîne û ragihandina di derbarê komcivînan de, dîsan danûstandin û perspektîfan komîteyên netewî û herêmî yên di asta cîhanî de hatin avakirin. Ev tor ji tevgerên pirr reng yên ji komînên çerm soran, Aborîjînên Awustralî, komînîstên Hîndî, heta anarşîstên Ewrûpî, femînîstên Rûsî û ekolojîstên Emerîqî pêk dihat. Ji ber ku potansiyela wan a afirandina tevgerek enternasyonalîst zêde xurt bû, di 2001’an de li Îtalyayê çalakvanên wan ên pêşeng di dema komcivîna G8 de bi êrîşeke tund û şikenceyê re rû bi rû ma û rêxistina wan hat fetisandin.

e) Serhildana Zapatîst û berbanga civaka xwezayî:

Dema Artêşa Rizgariya Netewî ya Zapatîstanê (EZLN) di sala 1994’an de, li Başûrê Rojhilatê Meksîkayê serî rakir, yekser bala raya giştî a di asta cîhanî de kişand ser xwe. Serhildana wan di roja ku peymana bazara azad a di navbera DYA û Meksîka de hat destpê kirin, pêk hat. Bi vî awayî wateya têkoşîn û hêviya jiyana bi rûmet a li dijî pergala mutleq a koletiya neolîberal bi dest xistin. Serhildana Zapatîstan ji komînên gundan yên ji komên çermsor ên ji gelê Maya pêk tê û xwe dispêre mîtolojî, kevneşopiyeke kûr a civaka xwezayî ku 500 salên têkoşîna li dijî mêtîngerî û qirkirinê didin. Zapatîsta, nexasim têkoşîna Emiliano Zapata ê ku di şoreşa Meksîkaya ku di salên 1910-1920´an de rêberê gelê bindest bû, ji bo xwe wek mînaka têkoşîna digrin dest. Zapatîst mîrateya xwe ya nirxên komînal û civaka xwezayî bi felsefeya sosyalîst, pêkhateya rêxistinî ya milîtanan, şerê gerîla û mîlîsan wek xeta parastina cewherî girê didin. Li dijî hikûmeta ku bi emperyalîzma DYE re hevkariyê dike, “hikûmeta xirab”, pergala xweseriya demokratîk a ji meclîs, komîn, tevgera jin, perwerde û tenduristî pêk tê, wek “hikûmeta baş” avakiriye. Berî serhildanê pêvajoyek ji 10 salan a bi amadekariya veşartî derbas bû. Ji rastiya civakî û zîhniyeta ku fikirandina mîtolojîk esas digre, rêbertiyek rast a guhartin û veguhartinê derxistiye holê, di nav de rêgezên “bi pirsan pêşveçûn” wek şêweyê dahûrandin û “bi fermandayînê xizmetkirin” jî wek şêweyê rêveberî û berpirsyartiyê destnîşan kiriye. Têkoşîna Zapatîst hem xwe dispêre mîrateya çandî ya xwe cihî û nasnameyeke xweser, hem jî bi tifaqên netewî, herêmî (Emerîqaya Latîn bi giştî) û di asta navnetewî de xwe tevlî têkoşîna gerdûnî ya li dijî pergala şaristaniya navendperest û desthilatdar dike. Bi projeya “hemleya cewaz” tifaqek netewî ya demokratîzekirina Meksîkayê avakiriye. Bi taybetî hînkere ku mirov bibîne ka çawa ragihandin, xwe nîşandayînê bi zanebûn û afirîneriyekê ku wek çekek xweparastinê bikartînin û ji bo peyda kirina tifaqan, dîsan îlham dayîna têkoşînê di asta gerdûnî de stratejîk û bi hostayî bi kar tînin. Ji sala 2013’an ve projeya “Dibistana Biçûk” wek dewreyên akademiyên enternasyonalîst pêşxistine. Wek beşa dibistanê, bi riya înternetê semînêr didan dost û mîlîtanên girêdayî doza xwe. Têkoşîna Zapatîst ji bo civakên Emerîqaya Latîn rolekê stratejîk dilîze. Rola Meksîkayê ji bo DYE´yê dişibe rola Tirkiye a ji bo Yekîtiya Ewrûpa yê. Li gor vê, pergal bi şerê kontra û projeyên ekonomîk hewl dide hêza komînal a tevgerê lewaz û tasfiye bike, bêhn li têkoşîn û berxwedanê bifetisîne. Tevî hemû hewldanan jî Zapatîst berxwe didin û di roja me ya îro de jî yek ji projeyên herî pêşeng ên avakirina moderniteya demokratîk temsîl dikin.