Roja X – Dem hat – Şer destpêkir!

Beriya çend saetan dewleta faşist a tirk dest bi operasyona dagirkirina heremên azad a Bakûrê-Sûriyê kir.

Balafirên şer ên tirk êrişê gund û bajarên Serkaniyê û Girê Spî kirin. Kobane, Qamişlo, Dêrik û gelek deverên din ser sînorê di bin bombebaran de ne. Hêzên xweparastina Rêveberiya Xweser a Rojhîlat û Bakûre Suriyê bi qehremantî li hemberî çeteyên faşist berxwedidin. Bi sedhezarên şervan û di milê wan de gelê sivîl jî ji bo şerê heya dawî amade ne. Rewş zelal e, em banga berxwedana cihanî bikin.

Bangewaziya Komîna Enternasyonalîst

Roja X – Dem hat – Şer destpêkir!
Em bang dikin: Serî Hilde, Rojava biparêze!

Hêzên emperyalîst biryar dan ku şer destpêbikin. Arteşa wan ser erdê alên Tirkîyê û ya Daeşê hildan, lê biryar ne tenê li Enqerayê hat dayîn lê di qesrên Waşington, Moskova, Parîs û ya Berinê.

Ji destpêke ve şoreşa Rojava şoreşekê enternasyonalîst bû. Şoreşekê ne tenê ji bo rizgarîya gelê Kurd a Suriyê, lê ji bo rizgariya Rojhîlata Navîn ji sedsalên metingerî, bindestî û desthilatdarî. Aynê demê şoreşekê enternasyonalîst bû ji ber ku gelek kesên enternasyonalîst jî tevlî vê şoreşê di cepheya li hemberî Daeş û faşizma tirk de bûn. Em li nexweşxaneyan alîkar bûn, me daran çand û em ji bo avakirina civakekê demokratîk, ekolojîk a li ser bingeha azadiya jin xebitîn. Û gelek şoreşger li tevahiya cîhanê tevlî vê têkoşînê bûn, ji ber kû şoreşa li Sûriyê ji me giştî re nişan da.

Îro wexta wê hat ku em hevaltî û rihê enternasyonalîst ku me di wan salên dawî de avakir bidin nîşan dan. Îro wexta wê hat ku enternasyonalîzm bikeve pratîkê, bi parastina şoreşê em ê hêvî, xwestek û xeyalên xwe biparêzin.

Ruxme ku em li hemberî arteşa duyemîn a NATO û bi hezarên çeteyên disekinin, em dizanin ku li pişta vê şoreşê bi milyonan şoreşger, heval, xwişk û bira disekinin. Û bi wan hemû û bi we hemû re em ê protestoya xwe vergerînin berxwedanê, heya ku silahekê ji Tirkiyê re nayê dayîn û heya rejîma faşist a Tirkiyê têkbibe.

Scroll to Top