Bîranîna Hevalê Me

Em, Komina Enternasyonalîst, vîdyoyek bîranînê ji hevalên S. Bager (Michael Panser) li ser jiyana wî û lêgerîna wî ya li heqîqetê diweşînin.

“Hevalê me, kurê me, bira û rêheval Michael Panser an jî wekî dihat gotin Micha, di roja 14’ê Kanûnê 2018’an de wekî gerîla li çiyayên azad ên Kurdistanê ji milê artêşa tirk ve hat kuştin, şehîd xistin.

Dilê me ji ber êşê mîna agirê dişewtin. Di ramanên me de bîranînên wî hene. Micha hevalek bû ku bi lêgerîna xwe ya heqîqetê bi coş û bê dem di bîra me de dimîne.

https://vimeo.com/491986801

Mixabin tu ne yê yekemîn î ne jî yê dawî yî ku canê xwe ji ber vî şerê hebûn û tunebûnê dide. Lê bizanibe heval û rêhevalên te wê li hemberî dijminê mirovahiyê derbikevin û ew di nava gumanbarî de bifetisînin. Bila cihanê bibîne, lêgerîna jiyanekê bi rûmet tu carî naye tunekirin. Ji ber biryardariya me û keda me naye tunekirin. Cihanekê bê girêdayîn, hezkirin, piştgirî, rûmet û wekhevî ne gengaz e. Bi vê zanebûn û bawerî, em ê têkoşîna te bidomînin.

Bîranîn çalakbûn dixwaze. Bîranîn têkoşîn li hemberî bîrkirin meşandinê ye. Ji ber ku bîranîn hevalên me di dilên me de dide jiyîn.

Şehîd namirin!”

Scroll to Top