Cenga mezin a rizgarkirina bajarê Reqa

Di sala 1917’an de şoreşa mezin a Cotmehê li Rusya pêkhat, îro jî sed sal şûnve di cotmeha sala 2017’an de mizginiya rizgarkirina peytexta DAÎŞ’ê li hemu cîhanê belav bûye. Çawa ku berê sed sal bi şoreşa soviet re hêviya azadiyê di asoyê de bilind dibû, îro jî serkeftina pêngava cenga mezin a rizgarkirina bajarê Reqa hêviyên azadiyê di dilê hemu gelên bindest de carekê din daye çandin. Serkeftina Reqa serkeftina Rêber APO ye, serkeftina xeta sêyemîn di şerê cîhanê sêyemîn de. Şoreşa Cotmehê di encama şerê cîhanê yekemîn de çêbû û di encama şerê cîhanê duyemîn de Yekîtiya Soviet gihîştibû vê astê ku bi rastî serweriya desthilatdariya cîhana kapîtalîst di bin pêşengtiya DYA (Dewletên Yekbûyî Amerîka) karibû bihejîne. Ji ber sebebên cûr bi cûr, ku Rêber APO bi berfirehî di parêznameyên xwe de nirxand, ev şoreş di dawiyê de serneket û disala 1989’an de hilweşiya.

Bi spartina axê ya Sosyalîzma Pêkhatî te digot qey hêvîya azadiya gelan jî spartin axê. Tevgerên şoreşger li cîhanê kêm, zayîf û perçe dibûn. Rewşenbîrên kapîtalîst digotin, „ev dem dawiya dîrokê ye“, yanîdixwastin çi bêjin? Gotina „dawiya dîrokê“ tê wateya dawîanîna aloziyê,yanî kapîtalîzm serket û alternatîfa wê nîne, lê di demekê kin de gotinênwan vala derketin. Pirsgirêkên sîstema hegemonîk a kapîtalîst carekê din zêde dibûn. Pirsgirêkên ku di pişt perdeya şerê sar de veşartibûn ji nişkê ve derketin holê û her ku hewldidan pirsgirêkek çareserbikin, yan pirsgirêk kûrtir dikirin, yan jî pirsgirêkekê din bi xwe avadikirin. Dawiya sosyalîzma pêkhatî dawiya şer û alozî bi xwe re neanî.

Çiqasî jî însanetiyê bi binkeftina şoreşa soviet şikestinekê mezin jiyan kir, hêvî û lêgerînên azadiyê bi dawî nebûn. Di serî de jî hesabê Rêber APO û PKK nekiribûn. Wekî piranî tevgerên sosyalîst wê PKK jî bişkesta, lê tersê wê çêbû. Çima? Rêber APO ji destpêkê ve Tevgera Azadiyê li ser bingeha xwe yê Kurdistanî û Rojhilata Navîn avakirbû. PKK ti carî neketibû qaliba sosyalîzma pêkhatî. Piştî hilweşandina Yekîtiya Soviet êdî Serok bi taybetî li ser pirsgirêkên wê sekinî, rewş tahlîl kir û di encama vê yekê de dest bi afirandina paradîgmaya nû kir, paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin. Li şûna ku PKK şikestinekê jiyan bike, PKK derketinekê mezin di destpêka salên 90’an de jiyan kir. Ruxme ku piraniya tevgerên şoreşger di bin bandora hilweşîna Yekîtiya Sovietê de man, Tevgera Azadiyê bi saya keda Rêber APO û şedhîdên lêheng mezin bû. Îro jî xeta demokratîk a gelan di nava şerê cîhanê sêyemîn de bi navê Şoreşa Rojava, têkoşîna gerîla, tevgera azadiya jin û dînamîzma ciwanan bû hêviya hemu gelên bindest. Projeya federaliyê û netewa demokratîk wekî alternatîfa rast û çareseriyê di herêmê de hat naskirin û îspata wê jî îro Quweta Suriya Demokratîk QSD’ê ye.

Hemleya kontrolkirina Reqayê 134 roj berdewam kir û di şerekî dîrokî de bi sedan keç û xortên vî welatî bi dilsozî û qehremantî şer kirin, cane xwe dan û tevlî nava karwanê şehîdan bûn. Di Reqa de keç û xortên kurd, ereb û suryan li kêleka hevdu, mil bi mil ji bo tolhildana Şengalê ûazadiya gelên Rojhilata Navîn şer kirin, xwêdan dan û xwîn rijandin.

Bi çêbûna DAÎŞ’ê ve Reqa wekî peytexta çeteyan bû sembola zilmê. Bajarê Reqa sembola faşîzma demê, zordestiyê û dagirkeriyê bû, lê bi destpêka hemleya Xezeba Firatê û Cenga Mezinê ve Reqa veguherî sembola vîna azad a gelan. Bi mizginiya rizgariyê, êdî Reqa bû sembola biratiya gelan û serkeftina projeya netewa demokratîk.

Bila her kes bizane em çawa gihîştin vê kêliyê û hêzên dijmin ên dagirker çiqasî hewldan li pêşiya vê serkeftina mezin a xeta sêyemîn a gelan bigirin. Şerê me yê esasî ev 6 salan li Rojava jî li gel dewleta dagirker a Tirkiyê ye. Yê ku berê çeteyan da Kurdistanê dewleta Tirk bû. Qetliama Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an bi serkêşiya Erdoğan pêkhat, êrîşa li ser Kobanê bi hedefa tunekirina Tevgera Azadiyê û qirkirina kurdan bi serkêşiya Erdoğan pêkhat, hilweşandina 9 bajarên herî welatparêz li Bakur di sala 2016’an bi heman armancê bi serkêşiya Erdoğan pêkhat. Ruxmê vê yekê jî nikaribûn li pêşiya pêşveçûyîna hêzên demokratîk a gelan bigirin. Di esasa xwe de şerê Kobanê destpêka şikestina DAÎŞ’ê bû. Di vê çarçoveyê de Reqa êdî tê wateya bi dawî anîna DAÎŞ’ê.

Lê heta vê kêliyê jî dewleta faşîst a Tirkiye her hewlda ku li pêşiya vê serkeftina me bigire û li hemberî vê yekê tunekirina tevgera me hedef dike. Di serî de tecrîdkirina Rêber APO, dorpêçkirina Efrînê, dagirkirna Idlibê û lîstikên ku vê dawiyê de li Başur tên kirin, wekî radestkirina Kerkûkê, jî di vê çarçoveyê de pêk tên. Ji bo tasfiyekirina xeta demokratîk a gelan hêzên dagirker destê hevdu girtin û hevkarên xwe wekî xayînên malbata Barzanî jî xistin tevgere. Serkeftina rizgariya bajarê Reqa darbeya herî mezin di vê demê de li hemberî hêzên dagirker ku dixwazindesthilatdariya xwe biparêzin. Projeya Federaliya Bakurê Suriyê û avakirina Suriya Demokratîk tirsekê mezin di dilê wan de çekiriye. Wekî heywanekî ku ditirse ew jî dîn û har bûne û bi hemu hovîtî êrîşî me dikin.

Li ser vî esasî em pêwîste di vê demê de ji her demî ve zêdetir hişyar bin. Em li şehîdên rizgarkirina Reqa û mîrasa şoreşa mezin a cotmehê xwedî derkevin û Federaliya Bakurê Suriyê bi serkeftî avabikin. Em wekî gelên herêmê û şoreşgerên hemu cîhanê destê hev du bigirin û bi hev re ber bi azadiyê vebimeşin. Em ê bi rihê tolhildana şoreşgerî xeta yekemîn a emperyalîzmê û xeta duyemîn a hêzên dagirker di herêmê de parçe bikin û xeta sêyemîn heya pêkanîna Kurdistanekê azad û Rojhilata Navînekê demokratîk bişopînin. Serkeftina pêngava Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqa û bi vî awayî hilweşandina DAÎŞ’ê gavekê herî pîroz di vê meşa me de ye û bi vî awayî navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsand.

Şoreş Ronahî

Scroll to Top