Lêgervanê Heqîqetê: ye ku li cîhanekê din îsrar kir

Hevalê me, şoreşgerê enternasyonalîst û şervanê gerîllayê Michael Panser, Bager Nûjiyan (berî Xelîl Viyan) di 14ê qanûnê 2018’an de di encama erişên hewayî ya arteşa tirk de li heremên parastina medyayê şehîd ket.

Dilên me tijî eş in, mejiyê me tijî bîranînan. Heval Bager di serî de ji ber tû car ji lêgerîna xwe ya heycanî ya heqîqetê têr nebû di bîra me de maye. Lêgerîn û meraq a wî ji bo tevgerên rizgarî ya şoreşgerî wî anî gelek deverên cihanê. Hesreta wî ya herî mezin ew bû ku tecrûbe û fikirên xwe bi mirovên din re parve bike, niqaş bike û rêhevalên xwe qezenç bike. Di sala 2012’an de ew carê yekemîn çû ber bi Kurdis- tanê ve. Li vir giredayebûna wî ya kûr bi felsefe pêşengtiya şoreşgerî ya PKK û Rêber Apo destpêkir. Lê armanca wî ew bû ku tecrûbeyên xwe û heycana xwe ji bo tevgera azadiya Kurdistanê parve bike. Heval Bager ji wateya gerdûnî ya şoreşa Mezopotamya ji bo hemû lêgervanên azadiyê, berxwedêran û şoreşgeran iqnaa bû. Lewma di hindûrê çend salan de gelek mirov û tevgeran bi tevgera azadî girêda û pirên xort avakir. Di sala 2015’an de ew bi xwe jî vegeriya qadên şoreşa Rojavayê, ji bo bibe perçeya veguhertina civakî û cihê xwe di nava parastina gelê Ezidî li çîyayê Şengalê jî bû. Di sala 2017’an de carekê din berê xwe da çiyayên azad ên Zarathustra li lêgerîna zanayî, hevaltiya rast, têkoşîn û jiyana azad di PKK’yê de. Komîna Enternasyonalîst bêguman jî encama keda Heval Bagerê û herî kêm yek ji gelek xeyalên wî ku rastî bûn. Lê mixabin ewqas xeyalên wî hîn pêknehatî mane, lê lêgerîna wî bû lêgerîna gelekan. Tovên ku Heval Bager di dema gelek gerînên xwe de belav kir, îro li herderê şîn û mezin dibin. Em çava xwedî li van berheman derbikevin û tovên nû biçînin, ev niha êdî di destê me de yên ku bêguman têkoşîna wî heya serkeftin berdam bikin. […]

Download here

Kurdish
Scroll to Top