Enternasyonalîzm û rastiya Rêbertî – Beşa II

1077 0

Li xwediya mîraseya mirovahiyê derkevin

Bager Rosa

Beşa II : Tecrûbeyên pratîkî û têkoşîna azadî yê

Ya ku em dixwazin îro nîşan bidin, berdewamî û tecrûbeya pratîkî ya enternasyonalîst a heya roja îroyîn e. Di wateyekê de kevneşopiya Enternasyonalizma şoreşgerî serwextbûna têkoşînên cîvaka dîrokî û rojanekirina wan temsîl dike. Di pratîkê de têkoşîna azadiyê her tim navnetewî bûye. Bi taybetî dewlemendiya berxwedan û têkoşînên gelên Rojhilata Navîn ji Zerdeşt, Babek û Xurremiyan heta helwesta Çayanan ku şoreşa Kurdistanê jî vê rastiya, tifaqa di navberê gelan de piştrast dike. Serwextbûn li ser nirx, tecrûbe û yekparebûna têkoşînên enternasyonal hêmaneke bingehîn a hişmendiya sosyalist û projeya modernîteya demokratîk îfade dike.

Civakek bê rêbertî nikare xwe ji dagirkerî û rewşa xerîbxistî rizgar bike. Pirsgirêka bingehîn a tevgerên şoreşgerî ew bû ku pirsgirêka rêbertî û pêşengtiya şoreşê nekarîbû çareser bike. Rêbertiya şoreşa civakî hem armanc, stratejî û hem jî şêweyê rêxistin û siyasetê diyar dike. Tevî ku di anarşizmê de armanca civaka azad, exlaqî û komînal tê diyarkirin, lê di yekitiya rêxistinî û bicihkirina stratejiya demdirêj û xweparastinê de lawaztî dihat jîn. Têkcûn û tasfiyebûna şoreşa Îspanyayê a di bin bandora siyaseta dewletger vê yekê piştrast dike.

Pirsgirêka sereke a xwe parastinê

Ji xwe pirsgirêka parastin û mayîndekirina rêvebertiya şoreşgerî di serhildana 68’an de diyar dibe: Rêberên tevgerê hem li Tirkiyê, di kesayeta Mahîr Çayan, Kaypakkaya û Denîz Gezmîşan de, hem li Elmanyayê di kesayeta Rûdî Dutschke de, bi rêya provoke û suîqestê hatin tasfiye kirin. Sedema bingehîn a perçebûna çepê Tirk û ya Elman a heya roja îroyîn, winda kirina rêberên tevgerê ye. Li gor xeta marksist-lênînîst rêbertiya şoreşê dihat wateya bidestxistina desthilatdarî û dewletê ku ev yek jî bi awayek ojektîf dibe sedema cemidandin û xistina nav qaliban a enerjiya cîvakî ku hêza nûbûn û veguhartinê ye. Di encama dewletgeriya sosyalîzma pêkhatî de, ji Rusya heta Vîetnam û Nîkaragua yê, li cihên ku şoreşa civakî pêk hatin de şerên rizgariyê veguheriyan avahiyên bîrokratîk ku li pêşiya lêgerîn û xwesteka azadiyê dibûn asteng. Mînakeke pirr neyênî û hînker a bihara gelê Prag a Komara Çek ku di sala 1968’an de ye û wek tevgera çandî û komînal ji aliyê Arteşa Sor hat tepisandin. Pirsgirêka bingehîn a felsefeya marksîst fêmkirina armanca civaka sosyalîst e: Pêşketina cîvakî di xeteke dûz de tê terîfkirin. Sosyalizm wek encama pêşveçûna dîrokê a li gorî felsefeya Hegel dihat dîtin û bi vî awayî nedikarîn modernîteyê rexne bikin. Bi awayekî mirov dikare bibêje bêşansî bû ku di dema çêbûna berhemên Marks-Engels de zanabûn û lêkolîna civaka xwezayî hîn pêşneketibû. Di encamê de têgihiştina taybetmendiyên civakê bi xwe û ya rêbertiya ber bi cîvaka sosyalist (ev jî tê wateya cîvaka azad û wekhev) ji kêmasiyan re vekirîbû.

Rêbertiya rast a sosyalîst diviya hem ji hêza rêbertiya pergalê xurttir û kûrtir be, hem jî pêwîst bû xwedî fêmkirineke rast a jiyana civakî û têgihiştina heqîqetê be. Berî her tiştekê Rêbertiya şoreşgerî lazime şêweyekê jiyanê biafirîne, ji bo milîtan û şoreşgeran rêgez û pîvanên jiyana rojane diyar bike. Di vê de paradigmayên çepa klasik (ji bilî istisnayên pêşengên rêberên xwezayî) li hemberî hêza rêbertiya pergala modernîst binketine. Gerek mirov bibîne dema ku rêbertiyek nagihije fêmkirineke rast a şêweyê têkoşîn, civak, sosyalîzm û heqîqetê, bi vî awayî nikarîbe pirsgirêkan ji kokê de çareser bike, wê dema rewşa bindestî û ji jiyana rast dûrmayînê dirêj bike û bi awayek objektîf xizmeta pergalê bike. Çepgirên klasîk û gelek tevgerên femînîst û hawirdorparêz ketine vê rewşê. Li dijî şêweyê rêbertiya pergalê nekarîne alternatîfek rast pêşbixînin.

Şeweyê jiyana liberal ferz dikin

Bi hemleya pergalê a çêkirina serweriya xwe û qonaxa kapîtalîzma fînas a ji salên 70´an ve, pergala modernîteya kapîtalîst xwe dispêre rêbertiya biyodesthilatdar. Ew rêbaz ne wek berê bi giranî hêza kar a civakê dixe bin kontrola xwe û îstîsmara wê esas digre, lêbelê hemû qadên jiyana civakî hedef digre û vediguherîne kaniya daneheva sermaye yê. Ji bi cih anîna xwestekên civakê, perwerde, tenduristî, hûner û heta têkiliyên civakî, jiyan bi xwe dikeve bin mentiqê sermaye yê, vediguhere mal û pêwendiyeke bi pere. Rêbertiya biodesthilatdarî herî şênber di serdestiya pere-fermandar de li ser hemû beşên jiyanê diyarker dibe. Bi vî awayî jiyanek tekekesî û dij-komînal li ser civakê tê ferzkirin. Pergal çandeke maddî ya mutleq diafirîne ku ev jî nirx û wateya civaka komînal dizivirîne tişteke mirî. Bi heman şewazî heqîqet jî di sînorên zanista pozîtîvîst de tê cemidandin. Jiyan êdî bê sir, bê lêgerîn e, tenê îdare dimîne.

Vê rêbertiya pergalê û valatiya ku di jiyana me de radixist ber çav an, em dixistin nav tevgerê. Em li bersîva ka têkoşîna rast çawa bê meşandin, jiyana rast çawa bê jîn geriyan. Em diketin ferqa hovîtiya pergalê, lêbelê şilobûna liberalizm û serweriya wê ya zihnî nedihişt ku em alternatîfekê biafirînin. Şêweyê jiyana liberal a ku tê ferzkirin nahêle tecrûbeya jiyana komînal bê bidestxistin û bi vî awayî hemû hewldanên heyî tecrîd û marjînal dike. Ji bo wê, me rev û lêkolîna dîroka têkoşînên enternasyonalîst, teoriya şoreşgerî ya jiyan û çandên derveyê metropolên Ewrûpî esas digirt. Wek tê gotin, di bin siya kelehên desthilatdaran de û di bin venêrîna polîsan de fikir û ramana azad zû pêşnakeve. Lêgerîn û xwesteka fêmkirinê ber bi kaniyê ve dibin. Em fêr bûn ku li Kurdistanê têkoşîn û kevneşopiya sosyalist û enternasyonalist berdewam kiriye û gihiştin rastiya Rêbertiya ku em lê digeriyan.

Çanda manewî hedef dihat girtin

Ji xwe derketina rastiya Rêbertiyê ji vê ne qut e, ne jî rast hatineke ku bersîva pirsgirêka qeyrana jiyanê ya li Ewrûpayê li Mezopotamyayê bê dîtin. Derketina holê a rastiya Rêbertiyê bersiva êrîşên heman pergalê ye. Êrîşa modernîteya kapîtalist a li ser Rojhilata Navîn hemleya dawî û ya rojane ye ku piştî di 400 salên dawî de hêza xwe ya rêveber li ser civakên Ewrûpa û Amerîqaya Bakûr ferz kiriye. Pergal ji bo ku zêde bike, her tim pêwîstî bi pêşxistina daneheva sermayeyê heye. Piştî qonaxa mêtîngeriya li ser sisê yê parzemînan û pêşxistina endustriyalîzm ê, di qonaxa pergala fînans a kapîtalizmê de tenê Rohilata Navîn maye ku bi temamî nekarîne tevlî pergalê bikin. Astengiya herî mezin a pêşveçûnan pergala çanda kûr a civakî ye ku mîrateya neolîtîk û çanda manewî esas digre. Hêzên modernîteyê baş di ferqê dene ku civakên li Kurdistanê kok û kaniya hêza vê çandê ne. Ji bo vê, ji 200 salan ve şereke sar a stratejîk û demdirêj li ser herêmê tê meşandin; qutkirina koka çandî ya Mezopotamyayê hedef tê girtin. Pirsgirêka Kurd a ku îro tê jîn, bi parçekirina civaka Kurdistanê ku di dema piştî şerê cîhanê yê yekemîn de pêşket; hêzên modernîteyê bi pêşxistina rejîma qirkirinê dixwazin têkbirin û zûha kirina mîrateya çandî temam bikin. Piştî qirkirina fîzîkî ya salên 1925-1940’an şûnde, ev êrîş bi awayê rejîma qirkirina çandî berdewam dike. Çanda manewî bi giştî hedef digre, armanc ji holê rakirina xweseriya civakê û bi têkbirina derûniya civakê vîn û hêza siyasî fetisandin e. Ji ziman, hafizeya civakê a dîrokî, feraset heya şêweyê jiyana gund-cotkarî, şiwantî, çand û nasnameya civakî tê hedef girtin, dixwazin vê hafizeyê tune bikin. Bi taybetî rola jinê a di nav civakê de tê xistin û reş kirin, bi kuştin û têkbirina mîrateya çanda dayîka xwedavend neolîtîkê dixwazin dawî li vê pêvajoyê bînin. Bi ferz kirina koça bi darê zorê û guhertina demografyayê re mirov hatin kolekirin û ji xwe xerîb hatin xistin, bi vî rengî jî ew tevlî rejîma karê herî zêde kirin. Honandina netew-dewletên herêmê û bicihkirina bîrdoziyên modernîst yên wek netewperestî û olperestî (Îslama siyasî) xizmeta van armancan dikin û rola pêkanîna qirkirinê dilîzin. Em dibînin ku pirsgirêka Kurd û qirkirina çandî bi xwe encamên siyaseta navdewletî ne û bi rola şerê pêşxistin û serwerî kirina modernîteyê radibin. Qirkirin û ferzkirina rêbertiya biodesthilatdar, ango jiyan bi temamî xistina bin xizmeta pergalê, heman pratîk in. Rêbertiya biodesthilatdariyê qirkirinê pewîst dibîne.

Rastiya Rêbertiyê

Derketina rastiya Rêbertiyê bersîva diyalektîk a li hemberî rejîma qirkirina çandî îfade dike. Rejîma qirkirinê êrîşekê dimeşîne ku li pey avakirina serweriyek mutleq digere. Bi desthilatdariya modernîteya kapîtalist re şaristanî gihişt lûtkeyekê, lê pergal civakek derveyê xwe û ne di kontrola wî de be, qebûl nake. Rastiya Rêbertî xwedî xisletên gerdûnî yên civakîbûn û azadiyê ye. Di destpêka tecrûbeya civakîbûna Rêber APO de, bermayî û mîrateya çanda dayîk-xwedawend wek bingeha exlaqî-wijdanî a xurt û zindî ye, lêbelê bandora modernîteyê jî hîs dike û nakokiyan dijî. Li ser vî esasî derketina Rêbertî ji gund ber bi metropolan ve pêk tê, li teşeya rast a têkoşîn û nasnameyê digere. Lêgerîna azadiyê rastê mîrateya têkoşînên sosyalist tê û bi demê re Rêbertî senteza bîrdoziya rizgariya netewî û sosyalîzmê pêk tîne. Lazime mirov bibîne ku di wê de taybetmendiya rastiya Rêbertî a parastina cewherî a xwe cihî û netewî, lêgerîna heqîqeta gerdûnî a di têkoşînên civaka azad û wekhev de ku li ser esasê paradîgmaya sosyalîzmê de diyar dibe.

Di hebûna çandî û netewî de israrkirin, nirxên enternasyonalizma şoreşgerî hilgirtin nakok nînin, lêbelê du tişên ku hevûdu temam dikin. Bi vî awayî têkoşîna serhildana ciwanan a 68’an a ku xwedî riheke enternasyonalîst û xeyalger e, xwe bi çanda kûr girê dide û baweriya civakê bidest dixe. Li dijî hêza vê senteza dîrokî Komploya navdewletî pêşdikeve; bi berxwedana li grava Îmraliyê re hem ast û aliyên qirkirina çandî, hem jî bersiva pêwîst a li dijî komployê bi civakîbûna li gor netewa demokratîk û derbaskirina modernîteya kapîtalîst wek lûtkeya şaristaniya navendî û desthilatdariya zilam digihijin serwextbûnê. Êdî sosyalizm wek berê encamek ji pêşketina modernîteyê nayê îfade kirin, lêbelê sosyalizm xeta bingehîn a dîrokê û xisleta civakî bi xwe temsîl dike. Rastiya sosyalîst a di civaka xwezayî de esas digre û di dîrokê de her tim wek jiyana komînal a civaka exlaqî û polîtîk hebûna xwe dewam kiriye. Civaka exlaqî û polîtîk her tim navnetewî, pirr reng û wekhev bûye. Bi paradîgmaya modernîteya demokratîk û rêxistinbûna Konfederalizma Demokratîk civak xwe dikare bigihîne serwextbûnê, ango xwe bigihîne hişmendiya azad û heqîqetparêz a sosyalîzma demokratîk. Rastiya Rêbertî bi vî awayî têkoşîna veguhertin û vegerîna nirxên dîrokî ên civaka xwezayî ku di xwezaya seyemîn a serwext û yekpare de terîf dike. Enternasyonalîzma şoreşgerî li vir bi rola stratejîk a pêşxistina hişmendiya sosyalîst a gerdûnî, rêxistinkirina tifaqên navnetewî yên hêzên pêşeng û parastina civakan radibe.

Milîtaniya rast a têkoşîna civakî

Li ser esasê berdewamiya kevneşopiya têkoşîna sosyalist, rastiya Rêbertiyê afirandina milîtantiyê wek hêmana bingehîn û hêza cewherî ya ji nû ve avakirina jiyana civakê pêşxistiye. Bi milîtantiya PKK´ê re kêmasiyên rêbertiya sosyalîzma reel tên derbaskirin. Ji bo civak bigihe rastiya xwe, encax bi milîtanên ku di nirxên manewî, exlaqî û hêza siyasî ya rêveberiyê de mînakan temsîl dikin, mimkûn e. Milîtantî tê wateya bûna bersiv ji pirsgirêkên civakî yên ku di bin bandora desthilatdariyê de mane. Milîtantî mebestek jiyanê ye ku temsîla jiyanek manewî dike û di vê de xeta dîrokî ya peyxemberî, ezîztî û derwîşî her tim berdewam û rojane dibe. Hêza bîrdozî, ked, têkoşîna hindûrîn û fedaîbûna ji bo civak, azadî û heqîqetê yek ji xisletên bingehîn in. Di rastiya Rêbertî de, di xwe de avakirina yekparebûna bîrdozî, ango hêza hişmendî û şêweyê rast yê jiyanê bersîva herê baş a li hemberî biodesthilatdariyê ye. Kesayetên milîtan hewceye di xwe de yekîtiya hesreta azadiyê wek hezkirina platonîk û gerdûnî, wijdanî û sekna erênî a çareserîxwaz avabike, xwe gorî pewîstiya kêliyê terbiye bike û bi vî awayî nasnameyek gerdûnî ya şoreşgertî bi dest bixe. Biserxistina têkoşîna sosyalist wek bersîva ji rejîma qirkirinê bibîne û di kesayetê xwe de destpê bike. Milîtantî bi vî rengî di kesayet de tê wateya bi cih kirina şoreşa zîhniyet û wijdan ê. Milîtan wek şopdarên rastiya Rêbertiyê, hêza hişmendî, rêxistinbûn û parastina civakî derdikevin holê û bingeha şoreşa civakî amade dikin. Rastiya Rêbertî wek modela jiyana milîtanî û manewî îro ji bo tevahiya civakên ku ji cewherê xwe hatine dûr xistin, pewîst e. Rastiya Rêbertî, şoreşa Kurdistan û şoreşa gerdûnî di roja me ya îro de di nav têkiliyeke diyalektîk dene. Pêşengtiya teorî û pratîk a şoreşa gerdûnî derbasê Kurdistanê bûye, Kurdistan bûye navenda vê têkoşînê. Berdewamiya têkoşîna 150 salan e ku bi awayek zincîrwarî tecrûbeyên şoreşgertî ji greva yekemîn a karkerên DYA’ yê, Enternasyonala sosyalist a li Ewrûpayê derket, bi şerên Çînê, Vietnam, şerê 68’an, şoreşên Emerîqaya Latîn a gerîlayên bajarî, heta berxwedana Kobanê bi hev re girê dide. Ji piştgiriya bi Kobanê re ev yekparebûn û potansiyela cîhanî bi awayeke enternasyonal carekedin hêvî da avakirin. Tevî ku hejmara tevlîbûnên navnetewî yên ji bo şoreşa Kurdistanê hîn kêm e, lê tecrîd û dorpêça ku pergal dixwaze li ser çand û berxwedana Mezopotamyayê bimeşîne, êdî ji aliyê manewî de şikestiye. Rastiya Rêbertî hem di kesayeta Rêber APO de, hem jî bi têkoşîna PKK´ê a li ser xeta şehîdan îro bûye sembola têkoşîneke gerdûnî. Diyar dibe ku meraq û hewldana fêmkirina rastiya Rêbertî li her devereke cîhanê mezin û belav dibe. Li hemberî hêzên din yên demokratîkxwaz ên cîhanî rastiya Rêbertî rast dayîna fêmkirin erkeke demê ye.

Birêxistinbûn bersiva herê bi hêz a li hemberî êrîşan e

Li gor vê, em dikarin çend mijaran rêz bikin û balê bikşînin ser pêşxistina Enternasyonalîzma şoreşgerî a li ser xeta Rêber APO û ka çawa wateya pratîkî qezenç dike:

a) Erka bingehîn bê guman werger, belav kirina berhem û felsefeya Rêbertî a li tevahiya cîhanê ye. Ev erkeke ronakbîrî ye ku tê wateya xurtkirina danûstandina di nav civakan a li ser rewşa rojane, mîrate, potansiyel û xeteriya kêliyên em tê de jiyan dikin. Girîng e ku di ragihandina navnetewî de kêliya azadiyê di wateya sosyolojîk de bê nîqaş kirin. Avakirina aliyeke hevpar a bi hêzên hevalbend ên navnetewî bingeha tifaqek xurt e.

b) Di aliyê rêxistinî de girîng e ku avakirina pêşengî û milîtantî sînorên sistemê nas neke. Li hemberî êrîşên pergaleke navdewletî bûna bersiv, berê her tiştekê têkiliyên bi hêz ên bi hevalbend û rêxistinbûneke bi kok dixwaze. Bi taybetî li metrepolên welatê Ewrûpayê komîteyên enternasyonalîst dikarin xwe hîn baştir birêxistin bikin, dostan qezenç bikin û wan li ser esasê paradîgmaya nû perwerde bikin. Ev têkilî bi rêya tora rêxistinî a bi tevgerên din re li ser esasê perwerde û danûstandinên bîrdozî, hêza seferberiyê û dîplomatîk dikare bê pêşxistin. Pergal herê zêde ji vê ditirse ku navendên serhildêr ên civakî li ser xeta PKK´ê zêde bibin û derbasî welatên din bibin. Mirov dikare rewşa belavbûna rastiya Rêbertiyê ya roja îro bişibîne dema salên 1976´an a koma Enqerê ku têkoşîna bîrdozî-rêxistinî derbasî welat kir. Îro ev derbasbûn di asta gerdûnî de ji navenda Kurdistan ê, li çiyayên wê yên azad û Rojava ber bi Rojhelata Navîn û welatên Rojavayî ve dubare belav dibe. Komîteyên enternasyonalîst wek Komîteyên Şoreşgerên Kurdistanê ên bakur yên sala 1976´an di asta navnetewî de şekil digre.

c) Bi taybet di pratîka leşkerî de jî tevlîbûna navnetewî ya di parastina şoreşa Kurdistan û ronesansa Rojhilata Navin de xwedî wateyekê mezin e. Xeyal û bîranîna alayên Enternasyonal yên hêzên azadîxwaz ên rojavayî hîn zîndî ye. Îro pêşxistina hêzeke wiha a mezin ya navnetewî tê wateya berdewamiya vê kevneşopiyê. Tevlîbûna di nav rafên Hêzên Parastina Kurdistanê jî erk û berpirsyariya ciwanên Ewrûpa û rojavayî ye. Bê şoreşa Rojhilata Navîn, bi taybetî di dema me de, li welatên Ewrûpa û metropolan şoreş ne gengaz e. Li Rojava tevlîbûna ji YPG/YPJ’ê ya navnetewî hem kêm û dereng çêbû, hem ji aliyê me de wateya şoreşa Kurdistanê rast nedayîna fêm kirin mijara gotinê ye. Di salên dawî de êdî ezmûn çêbûne û rêxistinbûna leşkerî ya enternasyonalîstan şekil digre. Di parastina Bakurê Sûriyê de gelek şehîdên pêşeng çêbûn ku têkilî û berpirsyariya hevpar a têkoşîna wan ev rastî gihand hemû cîhan ê. Bi taybetî di derbarê şoreşek mihtemel a Rojhilat de potansiyel û wateya hêzeke enternasyonal lazime rast bê nirxandin.

Di mitolojiya tevgerên sosyalist de behsa şerê dawî, şerê ku hemû şeran bi dawî bike, tê kirin. Ev şer, şereke cîhanî ye ku îro li Kurdistanê tê meşandin. Rastiya Rêbertî riya çareseriya vî şerî û biserxistina civaka azad temsîl dike. Bê guman rastiya Rêbertî mîrateya mirovatiyê ye. Eger rast bê fêm kirin û bide fêmkirin, li ser xeta APO’gerî û Enternasyonalizma şoreşgerî, şoreşa Kurdistan dibe gava yekemîn a vî şerê rizgariyê. Ev yek jî ancax bi rêya milîtanbûn, partîbûn, keda mezin û hişmendiyeke kûr pêkan e ku tu sînoran nas nake û di cîhaneke din de israr dike.