Delegasyonekê ya ciwanên enternasyonalîst ên ji Ewropa hatin Şengalê

Ji bo salvegera 10’emîn a fermanê gelê Êzidî, delegasyonekê deh ciwanên enternasyonalîst ên ji Ewropa hatin Şengalê. Ji bo hefteyekê, wan gel ziyaret kir û beşdarî çalakiyên ku hat lidarxistin bun. Bi vî awayî wan fêhm kir çawa êşa gelê Êzdî hîna xurt e 10 sal piştî hovîtiya ku ji aliyê DAIŞê ve hat kirin. Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê di sala 2014’an de çawa rê li ber DAIŞ’ê vekirin û heta îro jî, bi êrîşên hewayî, fermanê didomînin.

Bi hevdîtina bi gelê Şengalê ku di meclîsên giştî yan xweser û her wiha bi Yekîtîya Ciwanên Şengalê re xwe rêxistin dikin, ciwanên enternasyonalîst berxwedana lehengiyê ya bi pêşengiya HPG’ê û gelê herêmê nas kir. Bi taybetî li Şehîdlîka Şengalê pêşengên berxwedanê bi bîr anîn: Şehîd Mam Zekî, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Dijwar, Şehîd Pîr Çeko… Her wiha li cihên cuda yên Rêveberiya Xweser geriyan û wan xebatên gel ên ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk li herêmê dîtin.

Tevî ku ev ferman yek ji fermanên herî mezin a sedsala 21’ê ye, berxwedan û avakirina xweseriya Şengalê nîşan dide ku gel ji bo avakirina civakeke nû xwe bi rêxistin dike. Jinên Şengalê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve weke kole hatin firotin û ku femînîsîdekê tund rû bi rû man, bi avakirina YJŞ’ê (Yêkîtiya Jinên Şengalê) li aliyê leşkerî de, û bi avakirina TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzidî) û YJCŞ’ê re (Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê) li aliyê civakî, her tim li pêşiya pêvajoya şoreşê bûn.

Berxwedana Şengalê ji bo hemû tevgerên şoreşger ên azadîxwaz îlhamekê mezin e. Ciwanên enternasyonalîst bi daxwaza ku dengê gelê Êzidî belav bikin vegeriyan Ewropayê. Wan anî ziman ku ciwanên ku di Rêveberiya Xweser a Şengalê de xwe rêxistinkirin pêşengên wan in û ji bo xurtkirina têkoşîna xwe dixwazin ji wan mînak bigirin.

Scroll to Top