Rêber APO ser aşitî: “Şer alternatîfa gelan nîne”

Di sîstemên civaka dewletdar û hiyarerşîk de xwe li hev ra-kişandina hebûna demokratîk û zumreya şer-îqtîdarê bingehê polîtîk ê rastiyê ye. Di navbera hebûnên demokratîk ên xwe dispêrin şêwazê -komîntiyê- hebûna civakê û koma şer-îqtîdarê de ku kirasê dewlet û hiyarerşiyê li xwe kiriye, timî têkoşînek heye. Bi vî awayî em dikarin bibêjin; motora dîrokê têkoşîna teng a çînî nîne. Şêwazê

demos (gel) yê ji bo hebûnê li ber xwe dide ku di navê de têkoşîna teng a çînî jî heye, û zumreya şer-îqtîdarê ya li dijî vê şêwazê, têdikoşin. Ya esas, civak xwe dispêrin van her du hêzan û dijîn. Bi asta şerê di navbera van herdu hêzan de zêhniyet, otorîte, nîzama civakî û amûrên aboriyê diyar dibin. Bi asta şer ve girêdayî, di dîrokê de piranî sê xetên di zikhevdu de derdikevin pêşberî me.

Xeta yekemîn, rewşa serketina tam a zumreya şer-îqtîdarê ye. Fatihên ku serketinên xwe yên eskerî wek bûyerên dîrokî pêşkêş dikirin, ya ferz dikirin nîzama kolekirinê bû. Ji bilî zumreya şer-îqtîdarê, divê her kes û her tişt mîna hêza qanûnê di bin fermana wan de be. Cih ji muxalefet û îttî-razê re nîne. Di mejiyê xwe de jî kes nikare dijberiyê bike û bifikire. Wek tê ferzkirin tê bixebitî, bifikirî û bimirî! Lûtkeyê nîzamekî ser-dest ê bêyî alternatîf esas e. Bi taybetî kirinên împaratoriyê, faşîzmê û her cure totalîterîzmê di vê mînakê de cih dibînin. Monarşîzma qraliyetê jî vê sîstemê dike hedef. Di vê dîrokê de yek ji sîstemên herî zêde heye.

Di xeta duyemîn de jî berovajî sîstema me behskirî, gel heye. Nîzamê civaka gel -komên ji klan, qebîle û eşîran pêkhatî û ziman, çanda wan nêzî hevdu- li dijî olîgarşiya şer-îqtîdarê ya perdeya dewlet û hiyarerşiyê, nîzama jiyana azad e. Şêwazê gel ê têkoşer û têkneçûyî îfade dike. Her cure etnîsîteya li çol, çiya û daristanan li dijî êrîşan têkoşiyane û her cure komên dînî, felsefî yên xwe ne spartina olîgarşiyê, nûnerê vê şêwaza jiyana civakî ne. Jiyana etnîsîteyê aliyê wê yê bedenî li pêş e û bi mejiyê hisî tevdigere. Tevî jiyana komên dînî û felsefî yên têkoşer in û zêdetir bi mejiyê analîtîk tevdigerin, hêza bingehîn a jiyana civakî ya azad û wekhev e. Herikîna azadiyê ya dîrokî, encamê vê şêwaza jiyanê ya têkoşer e. Di civakê de têgînên girîng ên wek ramana afirîner, şeref, dad, mirovatî, exlaq, xweşikbûn û evîn, zêdetir bi vê şêwaza jiyanê re têkildar in.

Xeta sêyemîn a sîstemên civakê, rewşa bi “aştî, aramiyê” tê bi navkirin. Di vê xetê de her du hêz di navbera xwe de mêzîneke di astên cuda de pêk tînin. Her tim şer, pevçûn û tengezarî dikare hebûna civakê bixe xeterê. Ji lewra her du alî jî dikarin şerê ku her tim dewam dikin li gorî berjewendiyên xwe nebînin. Di navbera xwe de hewl didin bi hin konsensusan -lihevkirin- bigihîjin peymaneke “aştî û aramiyê.” Ev xet her çend li gorî dilê her du aliyan jî nebe, li gorî şert û mercan lihevkirin û îttîfaq neçar e bibe. Heta şerekî din, rewş bi vî rengî tê meşandin. Ev nîzama jê re tê gotin; “şer û aramî”; ya rastîn rewşeke nîvşer e, di navbera hêza şer-îqtîdarê û hêza gel a têkneçûyî de ye. Eger mirov ji mêzîna di navbera aştî û şer de bibêje; rewşa nîvşer rastir e.

Xeteke çaremîn a şer û aştî tê de nebe, eger şert û mercên ku herdu alî afirandine ji holê rabe wê pêk were. Yan civakeke komîn a ev şert û merc hîç ne jiyabe, yan jî civakeke komîn a civaka xwezayî li dawiyê hiştîbe û nîzama şer-aştiyê hîç hewce pê nedîtibe û stewiyabe dikare aştiyeke mayînde bijî. Ya esas, di civakên bi vî rengî de cihê têgînên aştî û şer jî nîne. Nîzamên tê de şer û aştî nebe, fikir û têgînên wan jî nabin.

Di dîrokê de wexta sîstemên civakî yên dewletparêz û hiyarerşîk hene, ev her sê xet jî bê mêzîn hene. Ji van sê xetan ti xet bi serê xwe nikare bibe sîstemeke dîrokî ya xwedî fonksiyon. Jixwe wê wextê dîrok nabe. Xeta “serweriya mutleq” û xeta “azadî û wekheviya mutleq” du seriyên ji rastiyê dûr in. Mirov zêdetir dikare wek du têgînên îdealîstî bifikire. Wek mêzîna di xwezayê de, di mêzîna civakê de jî du seriyên mutleq ji hev dûr ti car tam nikarin cih bibînin. Têgîna mutleqiyetê di cewherê xwezayê de tenê wek têgînekê ji bo mekan û demeke kurt, dibe ku were qebûlkirin, berovajî nîzamê gerdûnî nikare bimeşe. Em wexta bifikirin têgînên mêzîn û sîmetriyê nînin, divê bi herikîna yekalî dawî li hebûna gerdûnê bihata. Eger dawîhatineke bi vî rengî nebûye, wê wextê em dikarin bibêjin; mutleqiyet tenê wek têgînekê di fikrê de heye û di gerdûna rastiyan de cihê wê nîne. Mantiqê dualî yê diyalektîk di rewşeke nêzî mêzînê de bi herikîneke dewlemend û carnan jî kêm, di civakê de dibe ziman û mantiqê sîstema gerdûnî. Tevlîhevî û dewama sîstemên civakî, di nav gelek civakên curbecur de bi xeta nîv şer-aştî bi awayekî “aştî û aramiyê” ye. Hemû hêzên gel û şer-îqtîdarê ji bo vê rewşê li gorî berjewendiyên xwe bikin û rewşa xwe ya zîhnî, siyasî, civakî, aborî, huqûqî û hunerî pêş de bibin, wê timî di nav têkoşîneke îdeolojîk-pratîk de bin. Şer rewşa herî krîtîk û dijwar a vê pêvajoyê ye. Ya esas, hêza şer-îqtîdarê şer ferz dike. Ji ber ku sedemê hebûna wî, hebûnên di destê gel de ne û bi vê rêbirrê dikare wan desteser bike. Çîn-gel jî ji bo bijîn, neçarin şerê berxwedanê li dijî van talanker û zordaran bikin. Pir hindik ji bo parastina xwe bersivê didin. Şer alternatîfa gelan nîne, ji bo hebûn, şeref û asta jiyana xwe ya azad biparêzin mecbûriyetek e.

Eger mirov di sîstemên dîrokî de bi vê çarçoveyê çav li rewşa demokrasiyê bigerîne, wê bi kêrhatî û hînker be. Têgihîştina dîrokê heta roja me ya îro bi paradigmaya zumreya şer-îqtîdarê li hev hatiye sererastkirin. Ji seferên komkujiyê re yên ji bo xenîmet û talanê hatin kirin, bi hêsayî qulpa şerên pîroz bi wan ve hat kirin. Têgihîştina xwedê ya şer ferman dike pêş de birin. Ji bo şer şêwazên vegotinê yên herî balkêş peyda kirin. Heta roja me ya îro jî bi şeran her tişt tê heqkirin. Bi kurtî, ya bi şer bi dest tê xistin, heq e. Di binê heq û huqûq de şer hat bi cihkirin û ev têgihîştin şêwazê hebûnê yê dewletên serdest bûn. Wek mantiqekî giştî têgihîştina “heqê te bi qasî tu şer bikî heye” mîna rêbazekê cih dît. Ev zêhniyeta wek biqîre û bibêje; yê li heq digere divê zanibe şer bike, cewherê felsefeya şer e. Ev zêhniyet di hemû ekolên dîn, felsefe û huner de hatiye mezinkirin û heta ji bo çalakiya kulmeke desteserkar sifatê “çalakiya herî pîroz” hatiye bi karanîn. Navê qehremanî û pîrozbûnê li vê çalakiya xesipkar û desteserkar hatiye kirin. Bi vî awayî şerên ku hatin mezinkirin û wek têgihîştina serdest dan pejirandin, ji bo hemû pirsgirêkên civakî jî mîna amûrê çareseriyê hat dîtin. Weke ku bêyî şer rêyên din ên çareseriyê mumkîn nînin bi cih werin anîn û eger bi cih werin jî weke ku meqbûl neyên dîtin di têgihîştina civakê de bi cih kirine. Encam, amûrên çareseriyê yê herî pîroz şîdet e. Heta ev têgihîştina dîrokî neyê hilweşandin, ne rastiya civakî bi awayekî rastîn tê nirxandin, ne jî lêgerîna li çareseriyên pirsgirêkên civakê bêyî şer mumkîn dibe. Îdeolojiyên herî aştiyane jî nekarîn xwe ji şer bikin û ev yek hêza vê zêhniyetê nîşan dide. Dînên mezin ên timî doza aştiyê kirine, tevgerên çînî û netewî yên hemdem jî bi şêwazê zumreyên şer-îqtîdarê meşiyan û ev jî îspateke din a vê rastiyê ye.

Ji bo serîderxistina bi zêhniyeta şer-îqtîdarê hewce ye gel xwe bigihînin helwesteke demokratîk. Ez bi vê têgînê behsa têgihîştina “diran bi diran”, yan jî “bi zimanê fêm dikin emê bersivê bidin”, nakim. Pozîsyona demokratîk, her çend di hundurê sîstema xwe de şîdetê bihewîne jî, ya esas di şerê li dijî zêhniyeta serdest de çandek e, hîn dibe ku dikare xwe bi xwe hîn bibe û bi cih bîne. Ez behsa têgihîştinekê dikim ku ji şerê parastin û berxwedanê wêdetir e. Bi vê, ez behsa jiyanekê dikim ku di bingehê wê de bi navend dewletê ve têkiliya wê nîne. Çavên li destê dewletê, bi hêsanî dikevin şewka (derzî) zumreya şer-îqtîdarê. Belkî kurtêlekî bidin, ew jî ji bo nêçîrê ye. Eger mirov gelan di warê dewletê de rohnî bike, gava yekemîne li nav zeviyê demokrasiyê hatiye avêtin. Gavên pişt re werin avêtin; rêxistinbûneke demokratîk a berfireh û çalakiyên sivîl in.

Parastina Geleki, Rûpel 110-112 (Beyond State, Power and Violence)

Scroll to Top