Dîroka Enternasyonalîzm – Enternasyonal a Ciwanan a Komunîst

290 0

Enternasyonal a Ciwanan a Komunîst

(bi elmanî: Kommunistische Jugendinternationale – KJI)

Tenê ciwanên sosyalîst dikarin bingeheka rast û saxlem ji bo Enternasyonaleka nû avabikin. Ciwan hilgirên pêşerojê, ciwanên ku ne giredayî dema borî ne û yên ku di benda jiyana bê û peşeroje de ne; jehrê hestên bûrjvar hin neketin dilê ciwanan û fikirê wan ji îdeolojiyên serdemên borî naye xapandin. Ciwanên karkeran yên teze, egîd, şoreşger û fedayî, yên ku pêş de hertim pêş de diçin!“

[Alexandra Kollontai, Marksîsta Rûsî, 01.09.1915]

Bingeha her tevgera ku dixwaze civakeka nû biafrîne pêwîst e ciwan bin. Rola pêsengtiya ciwanan di dîroka berxwedan û şoreşê de pir mezin û giring e û em wekî Komîna Enternasyonalîst îro ser vê mîraseyê têkoşin dikin. Ji bo giringiya vê dîrokêe taybet derketinên hereketên ciwanan yên xweser û cûr bi cûr di dema salan 68‘an de tên esas girtin. Lê dîroka rêxistinên ciwanan di destpêka sedsala 20‘mîn zêde nehatiye naskirin. Ji ber vê jî erka me ye ku em dîroka ciwanên şoreşger ronîbikin û nehêlin ku van tecrûbeyên girîng tên jibîrkirin. Ji ber vê em dixwazin taybet lêkolîna xwe li derbarê dîroka Enternasyonal a ciwanan a komunîst (KJI) bidin naskirin. Ew rêxistina ciwanan a enternasyonalîst tevgera siyasiya ciwanan a herî mezin a ku di dîrokê de hatiye dîtin e. Lê mixabin tenê pir kêm derbarê Enternasyonala Ciwanana Komunîst (KJI) tê naskirin.

Dîroka Enternasyonal a Ciwanan a Komunîst (KJI)

Enternasyonala Ciwanan a Komunîst di 20‘ê mijdarê 1919 de bi beşdarbuyîna delegeyên ji 14 welatan û komîteya rêverberiyê li Berlînê hatiye damezirandin. Armanc û xeyalên van ciwanên şoreşger belavkirin û berdewamkirina şoreşa Rûsyayê cotmehê 1917 bû. Piştî Petrograd ber bi Berlînê ve.

Ferq û cûdatiya navbera Enternasyonala Ciwanan a Komunîst (KJI) û Enternasyonala Komunîst a Giştî – Komintern (KI) jî ew bûye ku baweriya bi şoreşê di hevalên ciwanan de hin mezintir bûye, ev jî sedema hewldana parastina xweseriya xwe ji Enternasyonala giştî bû. Lê di sala 1921 de KJI xweseriya xwe windakirin, wekî seksyona Komintern ket bin serdestiya navendiya Lenînîzm û merkeza vê dibû Moskowa û weke helwestekê dijî vê Rêberê KJI Willi Münzenberg xwe ji erka xwe paşvekişand.

Dîroka KJI ne tenê bi damezirandina Komintern di sala 1919 de destpêkir lê bi damezirandina Yekitiya Navnetewî ya Rêxistinên Sosyalist a Ciwanan (elmanî: Internationale Verbindung Sozialistischer Jugendorganisationen (IVSJO) bi Kongreyekê li Stuttgart di sala 1907 de. Bi pêkhatina şerê dunyayê yekemîn gelek rêxistinên wê xwe radîkalize kirin û di sala 1915 de, piştî ku demekê ji bandora şer belavbûn, konferansekê rêxistinên sosyalîst a ciwanan li Bern (Swîsra) li dijî siyaseta netewperest a sosyaldemokrasiya ewrûpî (Burgfriedenspolitik)1 wekî bingeha nû rêxistinkirina xebatên siyasi ya berfireh û têkoşîneka dijî şerê dunya yekemîn lidarxistin. Piştra van rêxistinan dibûn cewheriya KJI.

Ji ber vê KJI di dema damezirandina xwe de jî xwediyê tecrubeyên xebat û biryardayîna serbixwe bûn. KJI xwe wekî hêza peşengtiya hereketa karkeran pênase kir û pêwîstî bi xweserî dît ji bo bikare di her rewşê de rolekê bi biryar û peşengtî bilîze. Çend sal lazim bûn heta mekanîzma Komintern dikaribû ew rêxistina ciwanan a cîhanî di milê siyasî de bixe bin kontrola xwe.

Di navbera kongreya xwe ya yekemîn a 1919 û ya duyemîn a 1921 KJI li ser dûnya belav bûye. Ew pêvajo taybet ji nakokiya têkiliya rêxistinên ciwanan û partiyên xwe bandor bû û bi „pirsgireka ciwantî“ jî hatiye bi nav kirin. Heta îro mijarê nakokiyan di gelek rêxistinên sosyalîst de ye.

Destpêka tevgerên sosyalist a ciwanan

Rêxistina sosyalist a ciwanan a yekemîn di sala 1896 de li Belçiqayê bi navê „La Jeune Garde“ anjî „De Jonge Wacht“ çêbû. Tevgera sosyalîst a ciwanan di vê demê de giraniya xwe danî ser anti-militarism (dijî-arteşparêzî). Di sala 1904 de li Elmanyayê Komelekê Ciwanên Karker hatîbû damezirandin. Ciwanên karker bi vî awayî hewl dan xwe rêxistin bikin û dijî erîşên arteşê biparêzin.

Piştî Kongreya Enternasyonala Sosyalîst li Stuttgart 1907, konferansekê bi 20 delegeyên ji 14 welatan ji bo damezirandina Enternasyonala Ciwanan( IVSJO) çêbû. Wekî serokê wê Karl Liebknecht sosyaldemokratekî elman hatibû hilbijartin. Nakokiyên germ di nava rêxistinên Ciwanan û rêveberiyên partiyên sosyaldemokrat û sîndikatan de derketin. Ciwan xwe wekî rêxistinên siyasî pênasêkirin, lê yê giştî wan wekî komelên ji bo xebatên perwerdê û candî yên bêsiyasî pîçûk xistin û xwesteka xwesertiya ciwanan wekî qutbûn redkirin. Lê di milê din de jî piştgiriya xwesertiya ciwanan hebû, taybet Karl Liebknecht ji bo modela xwe rêveberiya rêxistinên ciwanan têkoşîn kir:

Didu qalan hene, ku xwesteka rêxistinbuyîna ciwanan misoger dikin: Xweseriya ciwanan û mafên ciwanan parastin. Tenê ew rêxistinên ciwanan a azad, yên ku ji ciwanan nav ciwanan bi xwe derketin, xismeta pêvîdiyên ciwanan kirin. Pêdîviyên wan ji statuya ciwanan di jiyana aboriyê de derdikevin. (…) Bitenê ji ber zexta şert û mercan, ciwan berê xwe bidin xwesteka xweseriyê. Pêşiya vê ajoyê ciwanan bi zor nayê girtin.” [Karl Liebknecht, Rêberê Komela Spartakûs, 01.08.1908]

Taybet li Italya, Swuisra-elman û Welatên Skandinavya rêxistinên ciwanan xwe eşkere wekî tevgerekê siyasî û xweser tenzîm kir. Feqet li Elmanya û Fransayê Komelên Ciwanan zêde li bin kontrola partiyên navendî de mayîn.

Tevgera Ciwanan wexta şerê dûnyayê yekemîn

Bi destpêka şerê dûnyayê yekemîn di 4‘ê tebaxê 1914 de Enternasyonala Sosyalîst û Enternasyonala Ciwanan, ji ber ku partiyên sosyaldemokrat tevlî siyaseta şerê hikumetên xwe yên kapîtalîst bûn, hilweşiyan. Tenê hejmarekî picûk dijî siyaseta „Burgfrieden“ berxweda. Lê di 4‘ê nîsanê 1915 bi konferansekê li Bern bi nûnerên ji 9 welatan IVSJO dîsa avabûye. Enternasyonala Sosyalîsta giştî tenê 5 meh piştra bi „Konferansa Zimmerwald“ xwe dîsa komîserhevkir, li vir jî rola peşengtiya ciwanan di nûavakirina Enternasyonalê diyar dibe.

Sekreteriya nû ya IVSJO li Zurich bin rêverberiya Willi Münzenberg (25 salî) hatibû hilbijartin û têkiliyên navbera rêxistinên ciwanan di welatên şerê de koordine dikir û dest bi weşankirina kovara „Jugend-Internationale“ (Enternasyonala Ciwanan) dikir.

Armanca vê kovarê komkirina hemû mirovên sosyalîst li ser bingeha têkoşîna çînî û dijî şer bû. Bi pirranî nêrînên pasifîst li kovarê serwer bûn, lê taybet Lenîn wekî rêberê baskê çepê ya tevgerê diyar kir ku tenê hilweşandina şoreşgerî ya kapitalizm û zivirandina şerê emperyalîst li şerê gelê bikare vê şerê bisekine.

Taybet bi helwesta xwe dijî şerê emperyalîst tevgera ciwanan hêza xwe ya peşengtiyê di tevgera karkeran de giştî pêşxist. Ciwan dixwestin bibin têkoşerên peşeroja rihê sosyalîzma zanistî û zihniyeta sosyalemperyalîzm2 red kirin.

1916 W.I. Lenîn carekê din xweseriya rêxistinên ciwanan parast û digot:

Gelek caran yên bin amrê mezin fehm nakin bi awayiyekê rast nêzî ciwanan bin. Ciwan gerek in bi riyên cuda nêzi sosyalîzm bibin, ne bi rê, ne bi şewaz, anjî ne li rewşekê wekî bavên xwe. Ji ber vê sedemê em bi rastî xweseriya rêxistinî ya komelên ciwanan diparêzin, ne tenê ji ber ku ew oportunîst ji vê xweserî ditirsin, lê belê ji ber ku xwezayiya meseleyê wisa ye.“ [Lenin: li “Jugend-Internationale”]

Dema çend salan piştra sosyaldemokratên çep Enternasyonala Komunîst damezirandin zeviyê xwe ji bo bernameya xwe ya şoreşê li tevgera ciwanan dîtin, ya ku baskê herî ciddî û şoreşger di tevgera karkeran de bû û ji ber vê jî pewist bû xweseriya xwe biparêze.

Damezirandina Enternasyonala Ciwanan a nû

Pişşerê di mehê adarê 1919 de li Moskowyê Enternasyonalekê nû, yê seyemîn bi nave Enternasyonala Komunîst (KI anî Komintern) çêbû. Û di vê çarçoveyê de jî di mehê gulanê de Komîteya Rêveberiya Komintern (EKKI) banga li rêxistinên ciwanên proleter kir ku Enternasyonala Ciwanên Komunîst avabikin. Ser vê esasî konferansekê amedekariyê dawiya meha tebaxê li Viyena (Wien) hatibû lidarxistin û di encama vê de kongreya damezirandina Enternasyonala Ciwanan a nû di 20‘ê mijdarê sala 1919 de bi nûnerên ji 14 welatan çêbû. Di nava vê de rêxistinên ciwanan ji Rûsya, Herêma Wolgaya elmanî, Polonya, Elmanya, Italya, Espanya, Sûwed, Norvêç, Danîmark, Awusturya, çekoslovakya, Macaristan, Romania û Swuisra, hejmar ji çend ji wan rêxistinan gihîştiye heta 250 hezar endam. Rêxistinên ku manîfestoya damezirandinê îmze kirine:

  • Komela Ciwanan a Komunîst a Rusî
  • Komela Ciwanan a Komunîst li Herêma Wolga ya Elmanî
  • Ciwanên Komunîst a Polonya
  • Ciwanên Sosyalîst û Azad a Elmanya
  • Ciwanên Sosyalîst a Italya
  • Komela Ciwanan a Sosyalîst a Madrid
  • Komela Ciwanan a Sosyaldemokrat Suwed
  • Komela Ciwanan a Sosyaldemokrat Norvêç
  • Komela Ciwanan a Sosyaldemokrat Danîmark
  • Komela Ciwanên Proleterên Komunîst a Elmanya-Awusturya
  • Rêxistina Ciwanan a sosyaldemokrat a çekoslovakya li Eyaleta Kladno
  • Ciwanên Karkerên Komunîst a Macaristan
  • Ciwanên Karkerên Romania
  • Rêxistina Ciwanan a Sosyalîst a Swuîsra

Ji ber rewşa ewlekariyê pêwîst bû ku kongre li îlegalitê, her roj li cihekî din, çêbibe.

Di aynê demê de Gustav Noske3 derva bi tank û panzeran diĵi meşa salvegera duyemîn a şoreşa Rûsyayê derket. Di encamê 6 rojan de Enternasyonala Ciwanan a Komunîst giredayî Komintern (Enternasyonala Komunîst a giştî) hatiye ragihandin. Lê têkiliya wan wê çawa be demekê dirêj mijarêkê niqaşê maye.

Di bernameya wan de hatibû gotin:

14. Enternasyonala Ciwanan a Komunîst ser zemîna biryarên kongreya yekemîn a Enternasyonala seyemîn (Komintern) disekine û parçeya vê Enternasyonala Komunîst e. Navenda Enternasyonala Ciwanan a Komunîst li aliyê rêxistinî bi Enternasyonala Seyemîn (Komintern) ve giredayî û pê re ser têkoşinekê hevpar xebat dike.“ [Manifestoya KJI]

Bi vî awayî hemû biryarên Komintern heta vêdemê qebûl kir, lê ji bo piştgiriya xwe ji bo biryar û bûyerên peşerojê vekirî hîşt. Ji ber ku li gorî nêrina ciwanên komunîst garantiya vê nebû ku Komintern di pêşeroje de jî ser riya şoreşê bimîne.

Li derbarê têkiliyên rêxistinî (navbera rêxistinên ciwanan û partî) bername didu rêgez pênase dike: 1. Xwesertiya ciwanan 2. Têkiliyên nêz û alikariya hev du

Vê li xweseriyê israr kirin bi taybet ji ber tecrûbeyên şerê dunya yekemîn çebû, dema ku rêveberiyên partiyan bi awayiyekî netewperest piştgiriya siyaseta şerê kirin û tenê komelên ciwanan di kevneşopiya dijî-şer israrkirin. Ji ber vê ciwan gotin ku tenê Enternasyonalekê Ciwanan xeta komunîst bikare biparêze. Münzenberg di kongreya li Berlînê de jî axivî û got: „Ciwan ji xwezayiyê ve şoreşgerî ne“. Pistî şerê jî xuya bû ku ciwan deha ji komunîsm bandor bûn.

Salên destpêka KJI

Di salên destpêkê de buroya KJI ne li Moskowayê, lê li Berlinê bû. Ew bûroya îlegal di sala yekemîn de 30 kadroyên xwe şandiye welatên din û 100 ji derva pêşwazî kir, heta ku ji milê polîs hatiye dîtin. Kadroyên rêveberiyê gelek caran dema sînorên ilegal derbaskirin hatine girtin. Ji ber vê jî têkiliyên Rojavayê Ewrûpa ji têkiliya navenda Komintern li Moskowayê baştir bû û bi vî awayî jî hindîk xweserî çêbû.

Di dema piştî kongreya damezirandina xwe de KJI di aliyê hejmar de teqînek çêbû:

Ji 14 seksyon bi 219.000 endam li dawiya sala 1919, destpêka sala 2021 gihîştibû 49 seksyon bi 800.000 endam. (Enternasyonala Ciwanan a Sosyalîst 1924: 250.000 endam li 33 komelan). Sedema vê mezinbûnê hem avakirina Komelên nû bû, hem jî parçêbûna komelên ciwanan ên navendî li aliyê rast sosyaldemokratan û li aliyê çep Komintern.

Di vê demê de niqaşên derbarê têkiliya KJI û Komintern taybet di civîna bûroya heziranê 1920 de jî dîsa çêbûne. Piştî tevlîbûna resmî ya KJI di nava Komintern de pêwîstî bi têkiliyekê rêxistinî hatiye dîtin, yê ku alikariya hev du û danûstandina navbera nunerên KJI û Komintern mîsoger dike.

Di tebaxê 1920 de li Moskowayê civînekê nefermî navbera nûnerên ciwan, ên ku beşdarî kongreya Komintern a duyemîn bûn, çêbû. Li vir du endamên komiteya rêveberiya KJI (Luigi Polano ji Italya û Lazar Schatzkin ji Rûsyayê) têzên nû amadekirin ku carê yekemîn dixwestin KJI giredayî biryarên kongreya Komintern û talîmatên komîteya rêveberiyê bikin. Wan têzan modelekê eznek avakir ku têkiliyên di nava rêxistinên ciwanan û partiyan de li her welatêkî cuda, li gorî rewşa siyasî û asta rêxistinî a tevgera komunîst, diyarkirin. Lê ji derva vê jî hat gotin ku:

tenê rêxistinên ciwanan a xweser (yê ku xwe bi xwerêvebibin) têkoşerên şoreşgerên bi cesûr û bi biryar û kadroyên jehatî ya şoreşa proleter û hêza sovyetê avabikin.“

Ji ber vê gelek giringîya xweseriya KJI hatibû dîtin û vê modelê ji milê Komiteya Rêveberiya Komintern jî hatibû qebûlkirin. Modelekê ku xweseriya rêxistinî û guhdarîya siyasî4 ji bo tevgerên ciwanan a komunîst pênasekir. Tenê li welatên bê partiyên komunîst ên bi hêz xweseriya (rêxistinî û siyasî) komelên ciwanên komunîst hatibû parastin.

Beriya kongreya duyemîn

Bi derbasbûna sala 1920 hejmara seksyonên KJI 3 car zêde bûn. Ji ber vê kongreyekê ji bo sazbûna hejmara nû hatibû plankirin. Di civinên amadekariya kongreyê dîsa niqaşên têkiliyên di nava KJI û Komintern de çêbûn. Bi dawiya şerê navxwe ya Rûsyayê Komela Ciwanan a Komunîst a Rûsyayê („Kommunistichesky Soyuz Molodyozhi“, kurt: Komsomol) edî, giredayî hejmara wê (66% a endamên KJI giştî), pir bi bandor bû. Komsomol û rêverberiya Komintern dixwest rêveberiyekê navendî ji bo tevgera karkeran (têde yê ciwanan jî) bide tenzîmkirin û piştgiriya hemû endamên Komintern jî dît. Wisa hatibû fehmkirin ku rêxistinên ciwanan a komunîst mecbûr bin bername û taktika partiyên komunîst qebûl bike û di bin rêveberiya siyasi wan de tevbigere.

Münzenberg jî piştgiriya navendîbuyînê (merkezleştermek) dikir, lê xweseriya rêxistinî ya Komelên ciwanan parast. Ew kesayeta herî bi nav û deng di KJI de bû. Ji ber vê nakokiyekê di nava Berlin û Moskau de çêbû, anî di nava rêveberiya KJI li Berlin û komelên ciwanan komunîst li Rojavayê Ewrûpa li aliyekî û Komsomol û rêveberiya Komintern li Moskau li aliyê din.

Bi giştî 3 xet diyarbûn. Ew xeta navendiperestî ya Komsomol, xeta çep (taybet alîgirên Amadeo Bordiga ji Komela ciwanan a Italya) a xweseriya rêxistinên ciwanan û di ortê de xetekê navîn a rêveberiya KJI. Ji derva vê jî gelek seksyonên Rojavayê Ewrûpa nêrîna xwe diyarkirin ku li gorî wan erkên rêxistinekê ciwanan a komunîst li civakekê kapîtalîst ji wan piştî şoreşekê sosyalîst (wekê li Rusya) cûda bin û ji ber vê têkiliya Komsomol û Partiya Komunîst a Rusyayê jî pêwîstbû ji hemû seksyonên KJI din û partiyên xwe cûda be. Ji derva vê jî Komsomol piştî şoreşê çêbû û ji ber vê tu tecrûbeya wê wekê komelekê ciwanan a xweser nîn bû. Münzenberg û Luigi Polano pêwendiyekê eznek gori rewşa welatan û ji bo hemû welatan xweseriya rêxistinî ya Komelên ciwanan a komunîst parastin. Lê ji bo welatên bi partiyên komunîst ên xort li derva vê jî dixwestin ku rêxistinên ciwanan bi vîna xwe aliyê biryarên siyasî partiyên xwe qebul dikin.

Keleka vê niqaşê îdeolojîk niha jî cihê kongreya KJI ketiye niqaşê. Komsomol dixwest li Moskowayê çêbibe, lê ji aliyê rêveberiya KJI, civîna buroyê û civîna nunerên kongreya Komintern dubare hatiye redkirin. Bi esasî Italya ji bo kongreyê hatiye eyar kirin, lê ji ber xeteriya faşişmê kombuyîna wê ne mumkin bû. Li dawiyê kongreyê ji bo nîsanê 1921 li Elmanyayê hatiye amadekirin, lê ji ber zext û talukeyê li Berlinê zêde bû, bajarokê li heremê Jena hatiye hilbijartin.

Di vê demê de rewşa têkoşînê li Elmanyayê ji gihîştiye astekê nû û ciddî. „çalakiyên adarê“ yên KPD (Partiya Komunîst a Elmanyayê), ku dixwestin grevekê giştî bigihînin serhildanekê çekdarî, binketin û gelek rêxistinên komunîst hatine qedexekirin. Ew çalakiyan esasê xwe ji stratejiya hicûmê a baskê çepê ultra a rêverberiya Komintern girtin û nakokiyên navbera xeta çep û rast kûrtir kirin. Lê rêveberiya Partiya Komunîst a Rûsyayê derdora Lenîn û Trotsky stratejiya hicûmê û siyasiya cepê ya yekbuyî parast5. Bi vî awayî qezenckirina gelan bi xebatekê bi sebir û têkoşîna gelê ya rojanê esas girtin.

Kongreya KJI li Jenayê

Kongreya duyemîn a KJI li 6‘ê nîşanê 1921 hatibû vekirin. 26 seksyonên KJI û çend endamên rêxistinên cûda bi nêzî 100 nûneran amadebûn. Feqet nûnerên Komsomol ji Rûsyayê (seksyona herî mezin) ne amade bûn. Ji ber zexta polîsê kongre mecbûr maye cihê xwe biguhere Berlinê û li vir jî 11‘ê mehê carê din destpêkir. Lê piştî destpêka kongreyê not ji Komîteya Rêveberiya Komintern (EKKI) hatibû.Li gori biryara wê kongreya KJI pêwist e li Moskowayê piştî kongreya Komintern a seyemîn were lidarxistin û kongreya ku arta destpêkir divê tenê civînekê xas/nefermî be. Ev ji bo KJI dibû pirsgirek. Wê rêxistinekê xweser be anî dîrek bin kontrola Komîteya Rêveberiyê be?

Pirraniya nûnerên kongreya KJI bi daxuyaniyekê dijî biryara EKKI protesto kir lê otoriteya vê li dawî qebûlkirin û kongreya xwe didan sekinandin. Ew „daxuyaniya Jenayê“ tijî sloganên çepê ultra bû û diyarkir ku erka serekê ya hemû partiyên komunîst ew e ku hemleyekê calakiyan bênavber bimeşînin û pewîst be taybet ciwan erka pêşxistina girseyên komunîst ji bo rêxistinkirina şerê şoresgerî bigirin ser milê xwe. Ji ber vê taktikekê hicûm û tund pewist be ji bo mirov rewşa civakê bin pergala kapitalîst vebiguhere şoreşa cîhanî.

Ew daxuyanî navendîperestiya Komintern rednekir, bi berovajî helwesta xwe dijî oportunîzm nisan kir. Ji ber ku taybet rêveberiya Komintern stratejiya çepê ultra û calakiyên adarê pêşxist, nivîskarên daxuyaniyê di bawerî de bûn ku di xeta wan de meşiyan. Taybet çend nunerên şandeya KJI, ku li biharê 1921 çûne Rûsyayê, stratejiya hicûm parast ji bo mirov zexta emperyalizm ser Rûsya bi peşxistina rewşekê şoreşe li welatên din kêm bike. Münzenberg ne dijî stratejiya hicûm bû, lê vê wextê, ji ber ku hin zû, ne guncav dît. Feqet Valeriu Marcu ji Romania û Paul Levî ser bingeha dijbertiya xwe li hemberî vê stratejiyê ji Komintern derketin.

Kongreya KJI li Moskau

Dema kongreya duyemîn care din di 9’ê tirmehê 1921 de li Moskowayê çêbû, arta biryar hatiye girtin ku KJI bin otoriteya Komintern were sazkirin û xweseriya xwe windabike. Münzenberg vê demê cara yekemîn ser devjêberdan/paşvekişandina xwe fikiriye ji ber ku gelek komelên ciwanan a sosyalîst ji partiyên xwe yên sosyaldemokrat qutbûn û tevlî KJI bûn, ji bo ji kontrola bûrokrasiya partiyan xelas bin û ji bo bikarin bigihîjin xweseriyekê siyasî û rêxistinî, lê niha pewîst bûn ew xweserî bi navê disiplîna şoreşgerî berdin.

Ji biryarên kongreya KJI ya duyemîn komîteya rêverberiyê cihê xwe anî Moskowayê. Münzenberg carekê din ji bo komîteya rêveberiyê hatiye hilbijartin lê erka xwe ya sekreter windakir û ji ber vê xwe paşvekisand. Bi vê bûyerê Enternasyonala Ciwanan a Komunîst Rêberê xwe winda kir.Tenê ew bi sekne xwe karebû dijî rêveberiya Komintern li Moskowayê bisekine.

Wan biryarên ku li Moskowayê hatine girtin xweseriya komelên ciwanan a komunîst bi temamî ranekir, feqet diyarkir ku erka serekê ya rêxistinên ciwanan li şûna pirsên takitik û siyasî tenê perwerdêkirina şoreşgerî ya gelê be. Ew derbeyekê pir giran ji bo gelek ciwanên komunîst bû ji ber ku taybet partiyên sosyaldemokrat berî jî vê siyasî li hemberî ciwanan meşandin. Ji vir şûn ve piçûkxistina xebatên siyasî yên ciwanan û “Modela Rûsya” serwer bûn.

Di kongreya duyemîn a KJI niqaşen pir tund li derbarê vê hatin mesandin, lê li dawiyê bi pirranî têzên Komsomol hatin qebulkirin. Daxûyaniya kongreya Komintern a seyemîn li derbarê tevgera ciwanan deha girantir derket û biryarek derxist ku KJI pewîst be ne tenê gorî biryar û talîmatên kongreya Komintern tevbigere lê belê divê wekî temsîlyetê îradeya Komintern rola xwe bilîze. Îradeya xweser a KJI nemabû û ji ber ku kongreya Komintern edî berî kongreya KJI hatibû lidarxistin, KJI nema karibû ser biryaran bandor bike, bi berovajî tenê karebû biryarên kongreya Komintern erêbike.

Münzenberg di kovara “Jugend-Internationale” (Enternasyonala-Ciwanan) de carê din diyarkir ku rakirina xweseriya rêxistinî ya rêxistinên ciwanan a komunîst ji milê Komintern gelek şaş be û zirar mezin li tevgera ciwanan a komunîst û Komintern bi xwe jî bide. Lê bi demê re kontrola siyasî û rêxistinî gav bi gav zêde ketiye destê Moskowayê.

Binketina KJI û encam

Ji vê demê şûn ve dîroka Komintern û KJI ji giringiyê winda kir. Bi kampanya bolşevîkbuyîne di sala 1924 de û siyaseta Stalîn di Komintern de KJI dibû desteka siyaseta Komintern û ser vê esasî siyaseta derva ya Yekitiya Sovyetê.

Kongreyê din tenê kêm cêbûn û di bin kontrola navendê de mayîn. KJI di sala 1943 de bi Komintern re hatiye tasfiyekirin.

Dema mirov vê nakokiyê xweseriya rêxistinên ciwanan lêkolîn bike, pirsa serekê bandora wê ser pêşketina Enternasyonala Ciwanan û tevgera komunîst bi gistî ye.

Niyeta xistina KJI bin kontrola Komintern di destpêke de parastina xeta şoreşgerî ya ciwanan bû, feqet rê peşiya vê vekir ku burokrasiya sovyetê Enternasyonala Ciwanan ji xeta şoreşê dûrbixe û tevgera komunîst bi giştî bê pêşengtî hîştiye.

Enternasyonalekê Ciwanan a Komunîst bikarebû bibe parastinekê dijî stalînîzm ku bikarbe bûrokrasî hilweşîne. Lê piştî KJI hatibû bêbandor kirin dibû komelekê çalakperest û bûrokratîk ê ku rêveberiya partiyê li gorî xwe, mînak dijî endamên partiyê ku li wan rexne kirin, bikaranîn. Di dîroka gelek rêxistinên çepgir de vê hatibû dîtin ku merkeza partiyê ciwan wekî destekekî dijî pîvan û rêgezên partiya xwe şixulandin.

Dîroka destpêke ya Enternasyonale Ciwanan a Komunîst îsbat dike, ku ciwanên şoreşger pewist in xwe wekî perceya tevgera şoreşgerî ya giştî rêxistin bikin, lê belê pêwîstîya wan bi rêxistinbuyînekê xweser jî heye ku pê re karin cihê xwe li tevgerê bigirin û rola xwe bilîzin. Fikirên Lenîn di sala 1915 li derbarê vê meselayê heta îro derbasdar in, ku divê rêzgirtinekê li hemberî xwesteka xweseriya komelên ciwanan hebe û dema nakokî bi wan re çêdibin pêwîst e mirov bi rêbazekê sebir û iqnaa nêz be.

Ji sala 1921 sûn ve rêveberiya Komintern dev ji wan rêgezan berda, ji bo bikarebe guhertinekê siyasî acîl û nedemokratîk ferz bike. Ji ber vê rêveberiya KJI ya ku xwediyê tecrûbe û otoritê bû tasfiye kir û li şûna wê bûrokratên pasîf derketin. Wan pêşiya binketina KJI û Komintern bi giştî vekir, li şûna ku rola xwe dijî vê tasfiye lîst.

Lê belê hevî û lêgerîna azadî û sosyalîzma rast xelas nebûye. Serhildanên salên dawî ji Yewnanîstanê heta Tunisê, ji Misrê heta Oaklandê, ji Brasilê heta Gezî û ji Espanyayê heta Kurdistanê vê îsbat kirine û me jî nişanê vê dikin ku lêgerîna azadî û çareseriyê ji bo kaosa mondernîteya kapitalîst gihîstiye astekî navnetewî. Li gorî nêrina me pirsgirekên esasî kêmmayîna fikirên alternatîf ên li hemberî bîrdoziya kapitalîst, rêxistinbuyîna têkoşîna hevpar a navnetewî û pêşengtiya şoreşgerî.

Bi xêra rexne û analîzên Rêber Apo (li derbarê sosyalîzma pêkhatî jî) û afirandina paradigma nû ya modernîteya demokratîk, perspektifekê nû ya sosyalîzma ji bo hemû dunyayê çêbûye. Temsîla vê jî taybet hereketa ciwanên apoger bi tecrûbeyên xwe yên têkoşîna 40 salan dike û di şoreşa Rojava de, li ser bingeha civaka demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê û dînamîzma ciwanan û bi afirandina Federasyona Bakurê-Suriyê diyar dibe. Cîhanekê din mumkîn e!

main source: https://www.klassegegenklasse.org/dateien/kji.pdf

Komîna Enternasyonalîst

1„Burgfriedenpolitik“ (kurdî: siyaseta aştiya kelehê) di dema şere dûnyayê yekemîn de siyaseta partiyên sosyaldemokrat ku piştgiriya şerê emperyalîst a hikumetên xwe dan

2Sosyalemperyalîzm: siyasetekê ku dixwaze pirsgirekên hindûrî bi siyaseta dagirker û şerê derva veşere

3Gustav Noske (1868-1946): Ixanetkar û siyasetmendarekê sosyaldemokrat ji partiya SPD. Di sala 1919 de serhildana spartakus bi alikariya çeteyên faşişt binxist

4 rêxistinên ciwanan bi vîna xwe biryarên siyasi a giştî guhdar û qebûldikin

5Siyaseta cepê ya yekbuyî hevekariya partiyên komunîst bi partiyên sosyalîst û sosyaldemokrat û rêxistinên karkeran cur bi cur ve diĵi hêzên kapîtalîst û faşişt pênase dike