Michael Panser : Lêgervanê heqîqetê

199 0

Lêgervanê heqîqetê ye ku li cîhanekê din îsrar kir

Hevalê me, şoreşgerê enternasyonalîst û şervanê gerîllayê Michael Panser, Bager Nûjiyan (berî Xelîl Viyan) di 14ê qanûnê 2018’an de di encama erişên hewayî ya arteşa tirk de li heremên parastina medyayê şehîd ket.

Dilên me tijî eş in, mejiyê me tijî bîranînan. Heval Bager di serî de ji ber tû car ji lêgerîna xwe ya heycanî ya heqîqetê têr nebû di bîra me de maye. Lêgerîn û meraq a wî ji bo tevgerên rizgarî ya şoreşgerî wî anî gelek deverên cihanê. Hesreta wî ya herî mezin ew bû ku tecrûbe û fikirên xwe bi mirovên din re parve bike, niqaş bike û rêhevalên xwe qezenç bike.

Di sala 2012’an de ew carê yekemîn çû ber bi Kurdistanê ve. Li vir giredayebûna wî ya kûr bi felsefe pêşengtiya şoreşgerî ya PKK û Rêber Apo destpêkir. Lê armanca wî ew bû ku tecrûbeyên xwe û heycana xwe ji bo tevgera azadiya Kurdistanê parve bike. Heval Bager ji wateya gerdûnî ya şoreşa Mezopotamya ji bo hemû lêgervanên azadiyê, berxwedêran û şoreşgeran iqnaa bû. Lewma di hindûrê çend salan de gelek mirov û tevgeran bi tevgera azadî girêda û pirên xort avakir. Di sala 2015’an de ew bi xwe jî vegeriya qadên şoreşa Rojavayê, ji bo bibe perçeya veguhertina civakî û cihê xwe di nava parastina gelê Ezidî li çîyayê Şengalê jî bû. Di sala 2017’an de carekê din berê xwe da çiyayên azad ên Zarathustra li lêgerîna zanayî, hevaltiya rast, têkoşîn û jiyana azad di PKK’yê de.

Komîna Enternasyonalîst bêguman jî encama keda Heval Bagerê û herî kêm yek ji gelek xeyalên wî ku rastî bûn. Lê mixabin ewqas xeyalên wî hîn pêknehatî mane, lê lêgerîna wî bû lêgerîna gelekan. Tovên ku Heval Bager di dema gelek gerînên xwe de belav kir, îro li herderê şîn û mezin dibin. Em çava xwedî li van berheman derbikevin û tovên nû biçînin, ev niha êdî di destê me de yên ku bêguman têkoşîna wî heya serkeftin berdam bikin. Em deyndarê wî ne.

Ji bo me pir zahmet e ku em bi hîn peyvan qîmeta rêhevalê xwe bînin ser ziman. Lewma em dixwazin nivîsekê wî bi xwe bi we re parve bikin, ê ku çend roj berî ku ew şehîd ket ketiye destê me.

Pergal çandeke maddî ya mutleq diafirîne ku ev jî nirx û wateya civaka komînal dizivirîne tişteke mirî. Bi heman şewazî heqîqet jî di sînorên zanista pozîtîvîst de tê cemidandin. Jiyan êdî bê sir, bê lêgerîn e, tenê îdare dimîne.

Vê rêbertiya pergalê û valatiya ku di jiyana me de radixist ber çav an, em dixistin nav tevgerê. Em li bersîva ka têkoşîna rast çawa bê meşandin, jiyana rast çawa bê jîn geriyan. Em diketin ferqa hovîtiya pergalê, lêbelê şilobûna liberalizm û serweriya wê ya zihnî nedihişt ku em alternatîfekê biafirînin. Şêweyê jiyana liberal a ku tê ferzkirin nahêle tecrûbeya jiyana komînal bê bidestxistin û bi vî awayî hemû hewldanên heyî tecrîd û marjînal dike. Ji bo wê, me rev û lêkolîna dîroka têkoşînên enternasyonalîst, teoriya şoreşgerî ya jiyan û çandên derveyê metropolên Ewrûpî esas digirt. Wek tê gotin, di bin siya kelehên desthilatdaran de û di bin venêrîna polîsan de fikir û ramana azad zû pêşnakeve. Lêgerîn û xwesteka fêmkirinê ber bi kaniyê ve dibin. Em fêr bûn ku li Kurdistanê têkoşîn û kevneşopiya sosyalist û enternasyonalist berdewam kiriye û gihiştin rastiya Rêbertiya ku em lê digeriyan.

[…]

Di mitolojiya tevgerên sosyalist de behsa şerê dawî, şerê ku hemû şeran bi dawî bike, tê kirin. Ev şer, şereke cîhanî ye ku îro li Kurdistanê tê meşandin. Rastiya Rêbertî riya çareseriya vî şerî û biserxistina civaka azad temsîl dike. Bê guman rastiya Rêbertî mîrateya mirovatiyê ye. Eger rast bê fêm kirin û bide fêmkirin, li ser xeta APO’gerî û Enternasyonalizma şoreşgerî, şoreşa Kurdistan dibe gava yekemîn a vî şerê rizgariyê. Ev yek jî ancax bi rêya milîtanbûn, partîbûn, keda mezin û hişmendiyeke kûr pêkan e ku tu sînoran nas nake û di cîhaneke din de israr dike.

Heval Bager li ser şopên şoreşgerên din ên elman mîna Rosa Luxemburg, Willi Münzenberg, Hans Beimler, Ulrike Meinhof, Andrea Wolf, Uta Schneiderbanger, Ivana Hoffman, Kevin Jochim, Günter Hellsten, Jakob Riemer und Sarah Handelmann meşiya.

Di jiyana Bager Nûjiyan de em mînakekê enternasyonalîzm, lêgerîna heqîqetê, azadî û biratiya gelan dibînin. Em ji malbata wî û hevalên wî hemû ser saxî dixwazin. Em şîna xwe vergerînin hêrsê, hêrsa xwe vergerînin berpirsyartiya xwe ku em xeyal û keda wî ji bo afirandina cihanêkê din pêkbînin. Mesopotamya, Chiapas an jî Rojhîlatê-Elmanyayê, li kuderê dibe bila biba. Em hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan. Têkoşîna wan ê me bi xwe ye!

Hemû nivîs li 12ê qanûnê 2018an derket:

http://internationalistcommune.com/enternasyonalizm-u-rastiya-reberti/

http://internationalistcommune.com/enternasyonalizm-u-rastiya-reberti-besa-ii/