TÊKOŞEREKÎ SOSYALÎST: BAGER NÛJIYAN – QASIM ENGÎN

9174 0

Tevgera azadiyê weke çemekî ye. Bi salan e ku ji çar aliyên cîhanê têkoşerên bijarte diherikin vî çemî.
Dema mijar civakîbûn, bi gotina hostayan civaksazî bibe bîrdoziya hêviya mirovahiyê, ji bo kesekî li wî aliyê
cîhanê Kurdistanê weke welatî xwe dibîne. Ji bo sosyalîstekî Kurdistanê jî weke şoreşgerekî, wî aliyê dinê welatî
wî/ê ye.

Weke ku Che Guevera di dema xwe de gotî, “Beriya her tiştî li devereke cîhanê neheqiyeke ku li kesekî
hatî kirin, her tim di kûrahiya dilê xwe de hîs bikin. Ev taybetiya herî bedew a şoreşgerekî ye.” Ev gotin, dilê
hemû şoreşgeran dixemlîne.

Dema mirov li aliyekî din ê cîhanê be jî, heke li wî cihê dil ê herî narîn arîşeniyeke ji bo mirovahiyê
dikute hebe, ji bo mirovekî ji bo her derê cîhanê welatî wî/ê ye, heke li cihekî li kesekî/ê neheqî hatibe kirin,
herikîna ber bi wê derê ve peywireke şoreşgerî û bi qasî peywir, divêtiyeke mirovbûnê ye jî.

Em dizanin ku Che Guevera, li dijî bê dadwerî û pergala emperyalîzmê a ew afirandî, kesayetiyeke
serhildêrî ye. Ev serhildêrî ne tenê bi gotinê tê kirin. Nexasim serhildêriyeke bê plan, belavela û li keyfî hatî
kirin qet nîn e. serhildêriya Che, berpirsyariya wî ya li hemberî dengê hundirê xwe û wijdana xwe ye. Che,
dildarê mirovan e. dildariya wî ya mirovan ji bo hemû mirovahiyê ye. Li hemberî mêtîngerî, rajêrî, bindestî,
perçiqandin û biçûkxistinê hêrs û kîna wî bêdawî ye. Ew cîhaneke dadwerî dixwaze. Ew, bêriya cîhaneke ku
mirov weke mirovan, hekhev hevpar bê jiyîn dike.

Hevrê Bager, di vê wateyê de weke peyder û hevrêyekî Che şopdarekî baş ê ramanê sosyalîst, guh daye
dengê dilê xwe û li pey çûye. Hevrê Bager, nêzikatiya Rêber APO a ku dibêje ‘xiyanet li xeyalên xwe yên
zarokatiyê nekin’ ji xwe re esas girtiye û li ser wê riyê meşiyaye.

Ma pênaseya herî xweş a gerîla ne ew e ku gerîla zarokên xwezayê ne? Yan mirov bêje cengawerê
dilsozê xewn û xeyalê xwe? Gelo pênaseya ‘yê/a xiyanet li xeyalên xwe nekirî’, pênaseyeke baştir e? Gelo
kesê/a ku di asta azweriya herî bilind de xwe bi awayekî azad ber bi herikîna jiyanê ve berdayî û bask dayî ye?
Ji bo ku bi serî netewandina xwe, bi sekna xwe ya serbilind, mîna çeka herî xurt pêkanîna edaletê, dilê xwe
xistê destê xwe û di şert û mercên herî zehmet ê jiyanê de serî li mirinê rakirî, bi bawerî û rikberiyeke mezin
gerîlayên ji bo afirandina pêşerojên ronî herî zêde ne şopdarên xeyalên Che ne?

Dema Che tê gotin, gotin di cih de be hevrê Bager Nûjiyan tê bîra mirov. Min hevrê Bager, bihara
2018’an nas kir. Min berê navê wî bihîstibû. Bi rapora xwe ya 15 rûpelan a ji partiyê re nivîsî, xwestibû
paradîgmaya nû bi taybet li dibistana navendî ya partiyê ji nêz ve nas bike û fêr bibe. Pêşniyara wî guncav
hatibû dîtin. Jixwe rapora wî gelek dagirtî û têr hatibû dîtin. Tevahiya rapora wî di derbarê ramanê sosyalîst,
sosyalîzmê û mirovê nû de bû. Hevalan dabû zanîn ku di rapora xwe de lêhûrbûn û ponîjînên xwe yên kûr
parve kirine. Ji bo ku ez bi xwe jî car caran tevlî xebatên perwerdeyê dibim, di vê dorhêlê de min, navê hevrê
Bager bihîstibû. Ligel xebatên perwerdeyê, ez bi xwe jî ji bo ku weke ciwanekî Kurdistanê ê li Elmanyayê mezin
bûyî, her tim pêwendiya min a sereke ji bo hevrêyên ji Elmanyayê tevlî bûyî bibe jî, her tim pêwendî û eleqeya
min a ji bo ciwanên ku ji welatên din ên cîhanê hatî çiyayên Kurdistanê çêbûye. Em, xwe weke şoreşgerên
parçeyekî şoreşa cîhanê dibînin. Lewre eleqe û hezkirina me ya ji bo enternasyonalên cîhanê yên hatî çiyê her
tim cuda bûye. Di vê dorhêlê de, hevrêyên hatî çiyê heke Elman bin jî, ev eleqe zêdetir bûye, hem jî bi xwezayî
têkilîdanîn hêsantir bûye.

Belê, ji bo vê berê ku hevrê Bager nas bikim, di derbarê wî de hindik be jî agahiya min çêbibû. Lê belê
her tim ji bo ku mirov kesekî/ê bigire dest, binirxîne, heta di derbarê wî/ê de bibe xwedî nêrîn, divê mirov wan
nas bike, bi wan re bikeve heman navengê parve bike, hev binase, nîqaş bike, bi kurt û Kurmancî bi hev re bijî.
Dema mirov destpêkê hevrê Bager didît, kesayeteke bêdeng, xwedî çavdêriyên xurt, guhdar, dema
diaxiviya hinek şermok, ligel vê gelek têgihiştî, kesekî bizane ka dê çi li kû derê bibêje û di vî aliyî de xwedî
serwextiya jiyanê, bi kurtasî xwedî kesayetî û taybetiyên ku divê di şoreşgerekî de hebin, dihatin dîtin.
Her ku mirov bi hevrê bager re nîqaş dikir û ew nas dikir, mirov ferq dikir ku xwedî daneheviyeke kûr e
û baweriya wî ya sosyalîzmê dihat dîtin. Dema em dibêjin sosyalîzm jî, em qala sosyalîzma ku desthilatî, dewlet
û dîktatoriya proleteryayê esas digire nakin. Sosyalîzma ku em esas digirin, sosyalîzma dij dewletbûnê esas
digire, ji dewlet û desthilatdariyê dûr, li dijî her cure hiyerarşî û serdestiyê ye.

Dema destpêkê me hev dît, ji xwe bi xwe re danûstandina me bi zimanê Elmanî çêbû. Lê belê her ku
min ew nas kir, min dît ku hevrê Bager ji gelek Kurdan xweştir Kurdî diaxive. Kurdiya wî wisa xweş bû û ez hîn
bûm ku bi demê re hem xwendina Kurdî fêrî xwendekarên Dibistana Mazlûm Dogan dike, hem jî gelek
perspektîf û ferman-nameyên dihatin hevrê Bager bi Kurdiyeke herikbar ji pêkhateya dibistanê re dixwend.
Ez, kêm-zêde dizanim ku binyada Ewropayiyan destdayî ye ku zimanan fêr bibin. Her çiqas ez bingeha
vê ya dîrokî û sosyolojîk nebizanim ji kû tê jî, bi hêsanî fêrbûna zimanan a Ewropayiyan, nexasim jî Elman ji nêz
ve dizanim. Lê belê di demeke ewqas kurt de mirov ji ciheke biyanî bê û bi zamanê kurdî ders bide têkoşerên
wî gelî bi rastî jî balkêş û fêrker bû.

Di nav gerîla de şahiyên moral navdar in, tê zanîn. Dema şahiyên moral ên gerîla tê gotin em wiha fêm
dikin; berê 15 rojan carek her yekîneyeke gerîla ji bo asta xwe yan çandî pêş bixe şahî li dar dixistin. Di van
şahiyan de hinek heval bîranînên xwe dibêjin, hinek heval an helbestên xwe yan jî helbestên şoreşger û
sosyalîstên navdar dixwînin, hinek heval stranan dibêje, hinek heval jî texlîdê hinek hevalan dikin, hinek jî heke
rewş pêkan be weke kevneşopiyekê govend digirin û şano dilîzin hwd hinke jî pêşandina pantomîmê dike.
Şoreşger an jî gerîlayek, ne tenê cengawerekî baş e; ji bo ku cenga wî ew ceng e ku mirovekî nû derxe
holê beriya her tiştî cenga wî, cengeke çandî ye. cengawerê li dijî her cure paşverûtî, rajêrî, neheqî, bêdadiyê
ye. Ango cengawerê pêkanîna xwebûnê ye. Ji bo wê gerîla, divê xwedî ziravî û nazikiya hunermediyê be. Heke
jiyana wî/ê ne bi hunerî be, di jiyana wî kesî de ya tiştek kêm e, yan şaş e, yan jî ew gerîla şêwazeke şaş dijî,
xwedî çewtiyan e. Weke Che Guevera dibêje, “Mirovê Nû, ancax bi asta bilind a çanda şoreşgeran pêkan be”.
Bilindbûna asta çandî, evîna ji bo azadiyê ye, sekna serbilindî û bi rûmet a li dijî her cure bindestî û pelixandinê
ye!

Belkî hûn bêjin ‘tu çima van vedibêjî?’ lewre hevrê Bager, di van salên dawî de hem di şahiyên fermî de
hem jî yên di roj û salvegerên taybet de bi coş hatî lidarxistin de, ku koma hevrêyan bi tembûr, gîtar, erbane û
ensturmanên xwe yên din tevlî dibin de hevrê Bager her tim li pêş bû û pêşiya her kesî di nav de cih digirt.
Hevalê Bager hem di moralên fermî de, teqez bi gelek zimanan hem ji hevrêyên xwe re stranên şoreşgerî
digotin, hem jî hem jî di moralên ku bi xwezayî pêş diketin de li pey hev bi dehan stran digotin. Her heval, bi
heyrenmanî li vî hevrêyê şoreşger ê enternasyonal ku ji welatekî din hatî dinêriya. Nexasim dema hevrê Baber
strana ku Natalia dibêje ya bi navê ‘Komandante Che Guevara’ digot, hemû heval ji dil, bi çepikên xwe û pê re
stran digotin. Dîsa straneke din a ku hevalê Bager tim digot jî, strana hevrê Delîla a bi navê ‘Sê Jinên Azad’ bû.
Ev stran li dibistanê bi hevalê Bager dihat bilêvkirin. Dîsa straneke dîtir a bi hevrê Bager dihat bilêvkirin jî, dîsa
strana ku hevrê Delîla gelek xweş dibêje, strana ‘Zîlan’ bû.

Belê, min hevrê Bager destpêkê wiha nas kir. Bêguman bi van re ne sînordar bû hevnasîna me. Mirov
her ku ew bêtir nas dikir, mirov evîn û dilsoziya wî ya ji bo mirovan, girêdana wî ya heman awayî ji bo
sosyalîzmê û bêguman evîna wî ya kûr a ji bo paradîgmaya Rêber APO didît.

Hêvîdar im şaş neyê fêmkirin, navengên mirov tê de mezin dibe li ser wan bandor dike, teşe dide wan.
Ewropa, navenda modernîteya kapîtalîst e. Vê navendbûna xwe jî ji vê taybetiya xwe digire ku heta her mirovî
danequrtîne, wan rehet bernade. Ev sekneke wisa ya navendîperest e ku mirovên dîtir ên li dora xwe biçûk
dibîne, heta di dema xwe de gava ku mirovên Efrîkayî li bazaran difirotin dida nîqaşkirin ka gelo mirov in an na,
ka gelo canê wan diêşe yan na! Ev modernîteyeke wisa ji ser xwe çûyî ye ku mirovên ku gelek humanîst in
anîne vî halî. Nêzîkatiyên mîna van, di dema xwe de Chrîstopher Colûmbûs û hevalbendên wî heman tişt
anîbûn serê niştecihên Emerîkayî. Nexasim jî ev kirinên xwe ku mirov nedixistin şûna mirov, dispartin ayetên
Încîlê û em tiştên hatî kirin ji nivîsarên bi dehan papaz û keşeyan dizanin.

Belê, Ewropa xwe-navendperest e. Lewre vê dide civaka xwe, an jî li ser wan jî dide ferzkirin. Li civak an
jî endamên xwe wisa dide hîskirin ku mirovên pir taybet in û bi vî awayî wan dike hevparê mêtîngeriya xwe ya
cîhanê û wan bêdeng dike. Bi kurtasî mirovên Ewropayî, Efrîkayî, Asyayî, nexasim jî mirovên Rojhilata Navîn
biçûk dibîne. Lewre her tim aqil dide wan. Ev tiştên me bilêv kirî, çavkaniya xwe ji xirabî an jî başiya mirovan
nagire. Pergala kapîtalîst modernîte, bi pergala xwe ya perwerdeyê ji bo mirovên Ewropayî bîne vê rewşê çi ji
dest tê dike. Belasebeb nivîskarê jiyana xwe ji dest dayî Îmmanûel Wallersteîn negotiye, ‘Em hemû hinek
zarokê modernîteya kapîtalîst in.’ Belê niyeta wan ne wisa be jî, xwe mezindîtin, yên dîtir biçûkdîtin, bi awayekî
xwe serdestkirin, di nav refên me de jî xwe dide der.

Lê belê dikarim bêjim ku min di kesayetiya hevrê Bager de piçek jî be xwe-ecibandin û ezezêtî nedît. Di
dibistanê de, belkî jî di nav hevrêyên xwe de yê herî komunal, ango hevpar, bi her kesî re di nav danûstandinê
de, li gorî hêza xwe hewl dida ji derdê her kesî re çareseriyekê bibîne, lewre mîna aliyê xwe yê serkêşiya civakî,
bi sekna xwe ya jiyanê jî gelek dilnizm bû.

Dema mirov ji derve lê binêriya -heke rengê wî yê sorzerî nebûya- mirov qet ferq nedikir ku hevrêyekî
Elman e. Lewre hatina xwe ya çiyayên Kurdistanê şêwaza Che esas girtibû. Dema Che ji dayika xwe veqetiyayî
vala vala negotibû, “Dîsa perasûyên Rosînante bi min re diçin. Divê dîsa bikevim rê.” Dîsa dema Che Kuba hiştî
û li Efrîkayê ber bi welatekî ne diyar ve ji bo peywirên şoreşgerî ketî rê dîsa vala vala ji Fîdel re negotibû,
“Welatên din ên cîhanê li benda alîkariya min yên dilnizm e.” Kesekî ku li welatekî din ê cîhanê hewl bide biçe
alîkariya dilnizm, beriya her tiştî bi yekbûna şoreşgerên cihê ku biçe re, bi gelê wê derê re gengaz e ku vê
hewldana xwe bi ser bixe. Pirsgirêk ne paşverûtî yan jî pêşverûtiya wan deran e; pirsgirêk neheqiyên wê derê
tên jiyîn, bi hîskirina herî kûr a hestên xwe ve heke bikare pêk bîne, dikare piçek ji pirsgirêkên wan re çareserî
bibîne. Pêkanîna vê çareseriyê jî bêguman bi dilnizmê gengaz e.

Hevrê Bager, bi rastî jî bi qasî heyranê Che bû, hevrêyekî wî yê baş bû jî. Wisa bû ku di serî de welatê
Che, ji bo şoreşgeriyê bike çûbû gelek welatê Emerîkaya Latîn. Ligel zimanên Elmanî û Îngilîzî, Îspanyolî jî
dizanî. Lewre ziman di encamê de navgîna danûstandinê ye. ji bo tu bi mirovan re têkiliyeke baş deynî jî divê tu
bi wan re biaxivî. Ji bo tu bikaribî biaxivî jî divê tu ziman bizanî. Ji bo ku hevrê Bager ev rastî hê zû fêm kiribû
çûbû kû derê bi awayê herî baş zimanê wê derê fêrê bibû û axivîbû.

Belê, taybetiya sereke ya şoreşgerekî yek jê ew e ku biçe kû derê bi mirovên wê derê re bikeve nav
têkilî û danûstandinê. Enternasyonalîstê mezin ê Tirkiyeyî hevrêyê me Kemal Pîr gotibû, “Ez, rojê rûyê sed
mirovan nebînim ez nikarim li cihê xwe bisekinim.” Dîtina rûyê sed mirovî, tê wateya têkilîdanînê. Ji aliyê giyanî
ve bi wan re yekbûn e. Di kûrahiya dilê xwe de hîskirin e. Lewre hevrê Bager bi vî awayî hem bi danûstandinê,
hem bi yekbûna giyanî di demeke kurt de bibû têkoşereke çiyayî yê kemilî.

Bêguman mirov nikare hevrêyekî wiha her tim û her derê bibîne û kengê we mirov bixwaze mirov
nikare bi hevrêyekî wiha hev binase. Hinek caran çarenûs mirov bi şoreşgerekî wiha rûmelek, narîn, bi hezkirin
dagirtî, kubar, xwedî hestên zirav, bi daneheviya xwe ve entelektuel, bi keda xwe ve kedkar, bi şoreşgeriya xwe
ve şoreşgerekî hev dide nasîn. Hevrê Bager, şoreşger û têkoşerekî wiha têr û tijî û bijarte bû. lewre çavên mirov
her tim li kesayetî û hevrêyên wiha digere û bêrî dike. Hevrêyekî wisa bû ku ji bo gotinekî ji mirov re bike,
mirov bi sebir morikên tizbî diqulibandin. Yekî wisa bû ku mirov ji bo dîtineke wî bi kîlomîtroyanbimeşe û rûyê
wî yê geş bibîne tewaf bike û dema silavdayînê bi têr û tijî hembêz bikî, ji dil û hestên kûr rewşa wî bipirsî.
Kesayetiyeke ku mirov jibîr neke bû. Şoreşgerî komunalbûn be jî mirov hevrêyên wiha heta hetayê di kûrahiya
dilê xwe de hildigire.

Ez ne şaş bim, li dibistana hevrê Bager tê de bû min du ders dan. Yek dersê dîroka Kurdistanê bû. Dema
em dersê dîroka Kurdistanê dibînin bêguman em tenê Kurd û Kurdistanê nagirin dest, nabînin. Em hêzên
modernîteya demokratîk ku li eniya dijber a modernîteya kapîtalîst a desthilatdar, zordar û dewletperest cih
digire jî digirin dest û dibînin. Di vê dorhêlê de dema em împaratoriya koledar a Romayê digirin dest, em
tevgera îsevî ku di hundir de li hemberî Romaya koledar bi heybet serî rakirî, ji aliyê bakur ve jî ku Germenên
pêl bi pêl ji bo nebin kole ber bi Romayê ve ketî tevgerê û jê tola xwe girtî, dîsa tevgerên Teuton, Alaman û
bêguman Galya, Norman û tevahiya gelên li hemberî koledariya Romayê serî rakirî dinirxînin. Dema em wan
digirin dest û dinirxînin, hewl didin xisleta wan fêm bikin. Em hewl didin xisleta ku nebûyî kole bigirin dest û
bidahûrînin. Di van analîzan de dersên ji bo xwe pêwîst digirin. Lewre dahurandina xisleta van tevgeran girîng
e. Ji aliyekî ve dema em Germen-Alamanên radest nabin, serî natewînin digirin dest, ji aliyekî ve Germen-
Alamanan di nav xwe de serberedayî, ligorxwe, serhişk, teng, hêrsok û ji xeynî xwe kesî guhdar nake digirin
dest û dikin mijara nîqaşan.

Di dema van nîqaşan de em hevrê Bager ber bi kûrahiya dîroka Elmanan ve derdixin rêwîtiyê, pirsan jê
dipirsin û tişta balkêş ew e ku em li kû dera cîhanê bijîn bila bijîn, heke em li deverên ku eşîr lê bi xurtî jiyan kirî
hatibin, em dişibin hev. Lewre dema hevrê Bager rabûyî hinek xwe, hinek Germen vegotî, tevahiya dibistanê bi
matmayî ferq kir ku Germen û Kurd, yan jî Germen û Ereb, Germen û Faris yan jî gelên eşîrî yên li devereke din
a cîhanê çiqas dişibin hev. Heke guhertin hebin, ew jî di 200 salên dawî de, ango di serdema cinewirê bi navê
netewe-dewletê bi navê nijadperestî, olperestî, zayendîperestî û nexasim jî zanistperestî bîrdoziyên ku gelan ji
hev diqetînin, dikin dijminê hev wêdetir tişteke din nîne. Her ku ev tê ferqkirin em bêtir jiyana xwezayî û
komunal hemêz dikin û azweriya me ya têkoşîna li dijî nijadperestiya û her cûre nexweşiya netewe-dewletê
pêş xistî bilindtir dibe.

Belê, ji bo ku em hemû hinekî dişibin hev e ku Che yê li wî aliyê cîhanê radibe û ji bo pêkanîna şoreşa
Efrîkayê dikeve rê. Hevrê Bager jî ji aliyekî cîhanê tê aliyekî din ê cîhanê li welatekî din ji bo şoreş û azadiya
gelekî bi giyana gelê xwe yê têkoşer tevlî refên şoreşê dibe.

Bi vî awayî me di gelek dersan de bi hevrê Bager re nîqaş dikir. Wî dipirsî hevrêran dibersivand,
hevrêyan dipirsî wî hewl dida bibersivîne. Ma şoreşgerî ne ew e ku tu hev temam bikî? Heke şoreşgerî çalakiya
hevtemamkirinê be, hevrê Bager tiştên ku bida hevrêyên xwe dida û hevrêyên wî jî tiştê bidanê û lê zêde
bikirina didanê.

Her ku me kûrbûna hevrê Bager didît, bêguman nîqaşên me ber bi gelek deverên cîhanê ve diherikî. Bi
hêsanî dihat dîtin ku hevrê Bager, bi zanebûn çiyayên Kurdistanê vebijartiye û hatiye. Wisa ku di serî de li
Ewropa, li gelek deverên cîhanê eleqeya ji bo paradîgmaya Rêber APO ez ji wî fêr bûm. Ji salên 1990’î heta niha
di serî de, li gelek deverên cîhanê lêgerînên nû yek bi yek dihejmêre. Ya rast, her ku ew vedibêje, hem asoya
min hem jî ya hevrêyan vedike. Dema mirov fêr dibe ku bi hevrêyên li devereke din a cîhanê re bi heman hest,
raman û giyanê dijî, an jî parve dike, hem dilê mirov dilfireh dike hem jî asoya mirov fireh dike. Bêguman
lêkolînên ku em dikin û dixwînin hene, di serî de gelek hevrêyên Elman ê berê min nas kirî û bi wan re nîqaş
kirî, min gelek hevrêyên enternasyonalîst dîtine. Lê dikarim bêjim ku herî zêde min paradîgmaya Rêber APO bi
hevrê Bager re nîqaş kiriye.

Êdî dawî li dewreya perwerdeyê dihat. Ligel me beriya dewre kûta bin, platform tên çêkirin. Platformên
me, navengên ku em xwe li ber çavan re derbas bikinin. Rexneyên hevrêyan yên ji bo we û rexnedana we ya ji
bo wan, di rastiya xwe de jiyanê bi rexnegirî digirî dest û rast dikî. Ango platform çalakiya vê yekê ne. Lewre
çeka herî bi bandor a gerîlayên azadiyê çeka rexne û rexnedanê ye. Armanca sereke ya van platfroman ew e ku
em taybetiyên xwe yên bi modernîteya demokratîk re nebûyî yek derxin zanebûnê û bi rexne-rexnedanê
sererast bikin.

Platforma hevalê Bager jî çêbû. Di platforma wî de dihat dîtin ka hevrêyan çiqas qîmet didayê û rêz
nîşanî wî dida. Bêguman şoreşgerek rêzdariya xwe bi xwe çêdike. Di bingeha rêzdariya nîşanî hevalê Bager
dihat nîşandan, ji ber kesayeta wî ya sosyalîst û dilsoz bû.

Belkî ji we re balkêş bê lê dîsa jî dixwazim bêjim. Rastiya ku şervanên azadiyê di asta herî jor de
diparêzin ew ku her kes bi rastî û rengê xwe ve tevlî têkoşîna şoreşê dibe. Tê xwestin ku her kes bi reng û
çanda xwe tevlî bibe. Kesekî ji civaka Ereb bi rengê Erebî, Tirk be bi rengê civaka civaka Tirk, Ermenî bi rengê
civaka Ermenî, Suryanî bi rengê civaka Suryanî tevlî bibe. Yan jî Elewî, Êzidî hwd ji baweriyeke din bi rengê
civaka xwe tevlî bibin. Lewre yên ku bi rengê xwe tevlî têkoşîna şoreşê nebin nikarin tevahiya enerjiya xwe
derînin holê. Di encamê de rastiyên ku yek an jî hinekî din zêde esas bigirin nikarin rastiya xwe bi xwe derxin
holê. Hevrê Bager, bi jiyan, sekn, ziman, stran û têkiliya bi hevrêyên xwe ve xwedî sekneke bijarte bû. Di
platforman de hevrê Bager ji hevalekî ku rapora xwe bi Kurdî nenivîsî, hevrê Bager bi mînak nîşandana wî
hevalan ew heval rexne kir û dîsa ligel ku platforma hevalê Bager çêbibû jî di mijara ku li ser rastiya gelê Elman
biponije ku her gul û çîçek li ser rahên xwe şîn dibe. Ango divê weke hevrêyekî Elman nebe Kurd; ji bo
fêmkirina Kurdan bi wan re empatî çêkirin bêguman girîng e lewre divê di vê astê de bikira. Hevalê Bager,
hevrêyekî wiha bû. Bi gerîla û şoreşgeriyê re ewqas xwe kiribû yek ku hevalên wî bi heyremanî li wî dinêrîn.
Piştî dawîbûna dewreyê, ji bo pîrozbahiyê Koma Amara a muzîkê hatibû Dibistana Partiyê ya Mazlûm
Dogan. Hevrê Bager dehan stran bi komê re, bi zimanên cêwaz gotin û hemû heval coşandin. Weke yekî li
Elmanyayê mezin bûyî, dema min jê xwest ku strana Wedding’ê bêje bi keyfxweşî got. Piştî salan ji dengê
hevrê Bager bihîstina marşa şoreşa Elmanyayê Weddîng’ê ji bo min bû keyfxweşî û moralekî mezin.
Kêm-zêde hemû hevalan jîrbûn û behreyên hevalê Bager dizanîn. Ligel gelek behreyan, gelek xweş li
gîtar û kemanê yanî Violine lê dida. Hemû şagirtên dibistanê dîtibû û dizanîn ku gîtarê lê dide. Jixwe hevalê
Bager ne tenê Gîtar û Vîolîne, bi heman xweşikbûnê li ber re stran jî distiran. Ji bo vê di nîqaşan de ji bo ku di
gelek zimanan de gelek stran bên amadekirin Komîteyeke Çandê hat çêkirin. Armanca wê ya sereke ew bû ku ji
bo hevrê, fermandar û şoreşgerên mezin Erdal-Engîn Sîncer, Atakan-Suleyman Çoban, Egîd-Mahsûm Korkmaz
di zimanên cêwaz de stran bên çêkirin û gotin. Vê komîteyê dê seranserî zivistanekî bi Koma Awazên Çiya ya
muzîkê re mîna strana Komandante Che Guevara dê ev şoreşgerên mezin bi stranan bihatana nemirkirin.
Lewre hevalê Bager jî ji bo demekî ji bo vê xebata çandê vesaziya wî çêbû.

Dema hevalê Bager di nav xebatên çandê de cih digirt jî car caran me hev didît lê belê zêdetir me bi hev
dinivîsî. Ji bo ku nirxandinên wî yên pir kûr ên îdeolojîk hebûn, ji bo ku bişînim derve çend caran ji min re
nivîsên xwe jî şandin. Jixwe min jî jê re pêşniyar kiribû ku nivîsên li ser paradîgmayê binivîse. Dîsa ji bo ku
têkiliyên Elman-Tirk, Elman-Kurdan lêkolîn bike çavkanî, ango materyal xwestibûn. Min jî hemû materyalên li
gel xwe yên amade û yên ji navenga sanal xwestî û berhev kirî jê re şandin.

Di demeke ku em li bendê bûn ji bo gerîlayên Kurdistanê, paradîgmaya modernîteya demokratîk û di
hêla çand û huner de li benda lêhûrbûn, lêzêdekirin û berhemên wî bûn de, 14’ê Kanûna 2018’an di êrîşeke
balafirên dewleta faşîst a dagirker a li dijî Herêma Parastina Medyayê pêk anî de me agahiya şehadeta wî bi
xemgînî bihîst. Gotin di cih de be tevahiya hevalên ku hevrê Bager dinasiyan, hilweşiyan. Gotin ji devê wan de
ziwa bûn!

Dijwariya zivistanên Kurdistanê tê zanîn. Di vê meha dijwar a zivistanê de hevrêyan termê hevrê Bager
ji cihê şehîd bûyî girtin û bi merasîmeke bi heybet anîn şehîdgehê. Dema li şehîdgehê termê wî hat veşartin, ez
bi xwe jî amade bûm. Ji yek hevalî/ê gotinek dernediket lê belê hêstrên çavên wan nedisekinîn. Lewma hema
bêje hemû hevêrêyên ew vedişartin kêm-zêde ew nas dikirin. Hêrs û kîna herî mezin a hevrêyan ew bû ku
hevrêyekî ji wî aliyê cîhanê bi şêwaza Che rabûyî û hatî ji bo şoreşa Kurdistanê têdikoşiya, ji nav me koça bê
dawî dikir. Têkoşerên tevlî nav refên şoreşê dibin, dizanin ku dema gava xwe avêtin nav têkoşînê, bedelê şoreş
û şoreşgeriyê heye. Yên xwedî wê baweriyê ne ku cîhaneke dîtir pêkan e, bêguman dizanin ku ev bê bedel pêk
nayê. Ji bo wê heta niha di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi deh hezaran canên şîrîn bûne gorî û cangorî!.
Em dizanin ku sekna her şoreşgerê/a ku çav berdayî çiya û gerîla, her tim weke ya Che ku digot di nav
hestên, “Mirin ji kû derê û çawa bê bila bê, heke dirûşmeyên me yên cengê li ber guhê her kesî deng vede,
çeka me ji destan nekeve, kesên din bi qêrînên şer û serkeftinê û bi dengê çekan li ser termê bilorîne, bila mirin
bi xêr bê ser çavan bê” de veşartiye.

Her çiqas em bizanin ev wiha ye jî dilê me dest nade, qebûl nake ku hevalekî ji wî aliyê cîhanê rabûyî
hatî bi me re mil bi mil li welatê me ji bo doz û şoreşa Kurdistanê têdikoşiya, bibe pira şoreşê, ji me bigire û
bibe. Em ti carî qebûl jî nakin. Ji bo vê mîna Emma Goldman gotî, “Heta xeyal li ber tavê weke libeke tirî
bimîne” em ê jî di kesayetiya hevrêyên xwe Bageran de ji bo xewn û xeyal û armancên hemû şoreşgeran ên
azadiyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe di asta herî jor de bidomînin ta serkeftin û serfiraziyê.

Dirûşmeya me ya jiyanê, lêgerîna me ya jiyanê û rêgeza me ya jiyanê her tim û her gav:
-Hasta la Victoria Siempre!
-An Sosyalîzm an Sosyalîzm!
-“Jiyan an dê azad be yan azad be!”